Aldar Xelîl: Tirkiye dixwaze bi gefan tola DAIŞ’ê rake

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir, heya ku Tirkiyê ji herêmê dernekeve û gefên xwe bi dawî neke em nikarin bêjin DAIŞ tine bûye û got: “Dewleta Tirk bi gefan dixwaze tola DAIŞ’ê rake.”

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di komxebata navnetewî ya tekildarî DAIŞ’ê de axivî û got: “Li ser rastiya DAIŞ û kiryarên wê dewleta Tirk me dehdît dike û qabûl nake ku em rastiya DAIŞ’ê derbixin.”

‘Spasî tê kirin lê gav nayên avêtin’

Xelîl destnîşan kir ku bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî DAIŞ hate têkbirin, lê hîn berdewamiya vê serkeftinê maye û wiha pê de çû: “Tevî derfetên kêm berxwedanek dîrokî li herêmê hat meşandin. Rêveberiyek ku hemû pêkhateyên herêmê himbêz dike hate demizrandin. Ev rêveberî dibe minak ji bo  pêşaroja Sûriyekek demokratîk. Dema gelê Sûriyê banga azadiyê kir wê demê DAIŞ tine bû, lê qêrînên azadiyê hebûn. Bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî DAIŞ hate têkbirin. Lê heta niha jî berdewamiya vê serkeftinê nehatiye kirin. Civaka navnetewî ji bo têkbirina DAIŞ’ê spasiya me dike. Piştî wê jî ti gavî navêjin. Heger li wir ev sê rojin tê gotin girtiyên DAIŞ hene û çareseriyêk pêwîste divê ev li hemû derî bê dîtin. Êdî kesên li vir amade ne dibin sefîlê rastiyê. Qêrînên azadiyê yên ku ji vir derdikevin em bawer dikin, ragihînin welaltên xwe.”

‘Tirkiye dixwaze bi gefan tola DAIŞ’ê rake’

Xelîl destnîşan kir ku li ser rastiya DAIŞ û kiryarên wê dewleta Tirk me dehdît dike û qabûl nake ku em rastiya DAIŞ’ê derbixin. Xelîl got: “Tirkiyê li dijî vê xebata me derdikeve. Gelo ev xebata ku em dimeşînin terorîstî ye? Dewleta Tirk a dagirker Cerablûs, Efrîn, Ezaz, Idlib dagir kir. Li wan deran  hebûna çeteyan hîn heye. Heger bi rastî em dixwazin DAIŞ tine bibe û car din bi hêz nûjîn nebe, divê em destê xwe deynin ser birînê. Heya ku Tirkiyê ji herêman dernekeve û gefên xwe bi dawî neke em nikarin bêjin DAIŞ tine bû ye. Yên ku me tehdît dikin dixwazin tola DAIŞ’ê rakin. Ew dewlet jî dewleta Tirk e. Dive bê zanîn ku Tirkiyê xeteriyek gelek mezin e.”

Aldar Xelîl di dawiyê de got: “Çi rastî li vir hatiye jiyan kirin û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê berdewam bike. Heya em bigîjin welatek azad wê ev têkoşîn bidome.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din