Alexey Pachin banga pêkanîna hevpeymana Sochi kir

Serokê navenda lihevanînê ya Rûsya li Sûriyê Alexey Pachin got, piştî biryara girêbesta li herêma qaşo bêçek û rawestandina oparasyonên leşkerî, divê Tirkiyê di nava 24 saetan de hevpeymana Sochi pêk bîne.

Alexey Pachin piştî gera Astana ya 13`mîn ku têkildarî rewşa Idlibê bû, bi daxuyaniyekê got, serokê rejîmê Beşar El-Esed ji 2`ê mehê ve biryara girêbestê û rawestandina oparasyonên leşkerî li herêmên qaşo bêçek daye. 

Alexey Pachin tekez kir ku Sûriyê da ku biryara lotkeya Sochi di nava 24`an de pêk bîne, bendewara Tirkiyê ye.

Pachin diyar kir ku em bendewarên Tirkiyê ne, da ku em biryara Sochi pêk bînin.Tê zanîn ku hevpeymana Sochi misogeriya vekişandina çeteyan û çekên giran, girêbest û vekirina rêya Şam-Heleb dike.

Serokê navenda lihevanîna Rûsiya li Sûriyê got, tevî raginadina hevpeymanê lê kom girêbestê binpê dikin.Nîşana vê yekê terorîstan herêmên qaşo bêçek topbaran kirin, 3`ê sivîl kuştin û 3`ê din jî birîndar kirin.

Gera Astanayê ya 13`mîn roja Înê bi bal kişandina ser girîngiya pêkanîna hevpeymana Sochi ya di 17`ê Îlona 2018`an a di navbera serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Tirkiyê Receb Teyyîp Erdogan de hate morkirin,bi dawî bû.Tê zanîn ku hevpeymana Sochi garantiya avakirina herêma bi ewle ya bi korahiya 20 km û vekişandina çekên giran û çeteyan dike, di vê derbarê de Tirkiyê aliyekî vê hevpeymana ku hêj neketiye meriyetê ye.

(eh)


Mijarên Din