Aliyên Sûdanê li hev kirin

Meclisa Leşkerî ya demkî ya Sûdanê û tevgera gel gihaştin lihevkirinê.  Hate diyarkirin ku lihevkirin dê roja Çarşemê were ragihandin.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Demkî Şmisedîn El-Kibaşî got, belgeya lihevkirinê temam bûye û diyar kir ku dê roja Çarşemê radestî tevahiya aliyan bikin.

Ji aliyê xwe ve tevgera gel got "Ev lihevkirin pêvajoya veguhestinê ya ber bi demokratîkbûyînê ye."

Tevgera gel, diyar kir ku hevdîtina xwe ya  bi serokê meclisa leşkerî ya Sûdanê re erênî bû û dê bi hev re lihevkirinê bînin cih.

Tê payîn ku şahiya imzekirina lihevkirinê roja Pêncşemê li peytexta Sûdanê Xertûmê li dar keve.

(şx)


Mijarên Din