Aliyên Sûdanê li ser sîstema rêveber a demkî lihev kirin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Şemsedîn Kebaşî ragihand ku ew bi hêzên muxalefetê re li ser sîstema rêveber a pêvajoya demkî li hev kirine.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Şemsedîn Kebaşî got, civînek di navbera meclis û hêzên muxalefetê de pêk hat, di civîn de li ser sîstema rêveber a demkî lihevkirin çêbû.

Kebaşî got: "Me li ser peywirên siyasî, rêveberî û zagonsaz li hev kir."

Kebaş destnîşan kir ku rêjeya beşdarbûna sivîl û leşker di meclisa rêveber a demkî de û dîrokê demê demkî dê di roja Sêşema bê de werin nîqaşkirin.

Hevgirtina Azadî û Guhertin a muxalefetê di daxuyaniyekê de got, li ser hin xalan li hevkirin çênebû û pêşniyar kir ku di nava 72 saetan de ji kêliyan destpêka danûstandinan werin çareserkirin.

Li gorî şahid û Meclisa Leşkerî şevê din çalakgeran rêya sereke ya Xertûmê bi kevir û şaxên daran girtin, piştî ku polîsan nehiştin li ber avahiya Fermandariya Hêzên Çekdarî çalakî bikin.

 


Mijarên Din