Alîkarî li şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin belavkirin

Komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 19 hezar pareyên zebzeyan li şêniyan belav kirin.

Ji ber rewşa qedexeya derketina derve û ji bo alîkardayîna şêniyan, Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 19 hezar pareyên zebzeyan da komînan da ku şêniyan werin belavkirin.

Endamên komînê di çarçoveya tendibîrnên rêgirtina li ber vîrusa Koronayê de û bi armanca ku kombûn çênebe û mal bi mal geriyan û alîkar belav kirin.

Dê sibe madeyên paqijî û dezenfektekirinê jî li şêniyan werin belavkirin.

ANHA


Mijarên Din