Alîkariya dewleta Tirk a ji DAIŞ’ê re didome

Ji sala 2014’an ve dewleta Tirk bi awayên cur bi cur piştgiriyê dide komên cîhadîst ên li Sûriyê. Ji ‎peydakirina çekan, dermankirin û alîkariya tenduristiyê bigire heta ji bo têketin û derketina wan a axa ‎Sûriyê, ji wan re dibe alîkar. Herî dawî dewleta Tirk bi alîkariya ji bo revandina jinên DAIŞ’î yên di ‎kampên di bin kontrola QSD’ê de jî ev piştgiriya xwe ku dide cîhadîstan, eşkere kir.‎

Di 17’ê Tîrmeha sala 2020’an de, ajansa nûçeyan a dewleta Tirk Ajansa Anadolu ragihand ku ‎Natalia Barkal ku hemwelatiya Moldovayê û çar zarokên wê ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ‎MÎT’ê ve hatine “rizgarkirin”. Lê belê ew jina ku bi alîkariya dewleta Tirk ji kampa Holê hate ‎revandin, endameke DAIŞ’ê ye û ji sala 2019’an ve di kampa Holê de bû û piştî hamleya Baxozê ‎ya QSD’ê ku desthilatdariya cîhadîstan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî kir, hatibû girtin.‎

Piştgiriya dewleta Tirk a ji bo hêzên cîhadîst ne nû ye. Di sala 2015’an de, rojnameya tirkî ya ‎bi navê Cumhuriyet delîl weşandin û bi vê yekê îspat kir ku îstixbarata Tirk çekan radestî komên ‎îslamî yên li Sûriyê kirine. Ev çek jî di kamyoneke alîkariya mirovahî de hatibûn veşartin û bi ‎piştevaniya Artêşa Tirk sînor derbas dikir. Her weha di sala 2014’an de, partiya sereke ya ‎opozîsyonê CHP ragihand ku Tirkiyê çeteyên îslamî ‎li nexweşxaneyên giştî û taybet derman kamyon bi çekan ji bo DAIŞ belav dike û di ‎nav wan de serçete Ebû Mihemed jî hebû ku li bajara Tirkiyê Hatayê hate dermankirin yê ku piştre li ‎Idlibê birîndar bû.‎

Ji aliyê din ve, di hevpeyvînekê de bi Anne Speckhard re ku di Adara 2019’an de hat weşandin, ‎emîrê DAIŞ’ê Ebû Mansour El-Maxrebî piştrast kir ku Tirkiye ji bo têketin û derketina wan ji ‎Sûriyê alîkarî da cîhadîstan û ew bê asteng herêmên Tirkiye derbas dikirin. Wekî din, di navbera ‎Tirkiye û DAIŞ’ê de peymanên bazirganî hatin çêkirin ku DAIŞ’ê petrola li Sûriyê bifiroşe Tirkiyê. ‎Ev yek ji bo DAIŞ’ê çavkaniya herî mezin a pereyan bû ku li ser vê yekê dikaribûn bi lez xwe ‎bi rêxistin bikin. ‎

Di demên dawî de, piştî êrişên dagirker ên ‎dewleta Tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê ‎Spî, ev jî hate îsbatkirin ku dewleta Tirk çeteyên ‎cîhadîst, ku komek di bin banê Artêşa Nîştimanî ‎ya Sûriyê de ne, bi kar tîne, da ku projeya xwe ya ‎emperyalîst li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve ‎bibe. Li van deveran, cîhadîst ne tenê ji bo şer ‎hatine. Ji bo guhertina demografîk li herêmên ‎dagirkirî pêk bînin li wan herêman bi piştevaniya ‎dewleta Tirkiyê bicîh bûne. Piştî dagirkirina van ‎herêman, bi sed hezaran mirov bi darê zorê û tundî ‎ji cih û warên xwe hatine derxistin. Li van ‎herêman bi taybet li ser jinan her roj girtin, ‎revandin, kuştin û tundî pêk tê.

Her wiha jin li van herêman tên hedefgirtin, li dijî wî sûcên kuştin, revandin, tundî û lixwekirina laçikan bi kar tên, her wiha bikaranîna zimanê kurdî li dibistan û saziyan hat qedexekirin û zimanê tirkî hat ferzkirin.  ‎

REVANDINA JINAN JI KAMPA HOLÊ

Di mehên borî de jî dewleta Tirk bi alîkarîya revandina jinên DAIŞ’î yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‎li kampên di bin kontrola QSD’ê de dimînin jî piştgiriya xwe ya ku dide DAIŞ’e eşkere kir. Di vê ‎mijarê de mînaka revandina jina DAIŞ’î Natalia Barkal a ji kampa Holê pir girîng e. Ji ber ku ‎dewleta Tirk di çapameniyê de jî bi awayekî eşkere piştgiriya ku dabû bi raya giştî re parve kir.  Ev ‎yek ne li gorî pîvanên ji bo vegerandina endamên DAIŞ’ê yên hemwelatiya biyanî bûn, ku ji hêla ‎Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat ve hatine danîn.

Natali Berkal bêyî bê cezakirin û dadgehkirin, bi alîkariya istîxbarata Tirkiyê revî.

Piştî revandina Barkal, hêzên ewlekariyê yên kampê got ew endameke rêxistina jinên DAIŞ’î ‎ya “Hisba” ye û ji ber ku ew yek ji girtiyên herî xeternak bû ew li cihê ewlehiya bilind a wargehê bû û ‎tê bawerkirin ku di vê rêxistinê de roleke pêşeng lîstiye. Her weha ji bo ‘Dewleta Îslamî’ ji nû ve ‎rêxistin bike hatibû wezîfedarkirin û di nav 12 mehên dawî de li kampa Holê ji kuştina herî kêm ‎‎30 jinan berpirsyar e.‎

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de dibêje, ku ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk mirovên ku ‎têkiliya wan bi rêxistina terorîst re heye ji kampan dane revandin. Di sala 2019’an de dema ‎dewleta Tirk bi balafirên şer kampa Serêkaniyê bombebaran kir bi vê yekê hişt ku 859 girtiyên biyanî ‎yên DAIŞ’ê birevin. ‎

Êrişên di dema dagirkirinê bi xwe hêz û moral da endamên DAIŞ’ê di girtîgehan û hewldanên revê û ‎îsyan rakirin di zindana Hesekê pir zêde bû, ev yek xetereyek li ser civakê ye.‎

Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê yên kampê, di demên dawîn de jî eşkere bû ku komek ji îstixbarata ‎Tirk jinên DAIŞ’î bi rêyên qaçax ji kampên ku lê diman, dan revandin û pere ji malbatên wan ‎xwestin. Li pişt van rastiyan ne tenê sedemên aborî, lê her weha sedemên siyasî û stratejîk jî hene. ‎Ji ber ku hejmareke mezin ji endamên DAIŞ’ê yên ku îro li Tirkiyê an jî li deverên dagirkirî yên ‎Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî an li Idlib dijîn, dixwazin van jinan dîsa vegerînin malbatên wan. ‎

Piştî ku Natalia Barkal reviya, roja 25’ê Tîrmeha 2020’an jinên din ên girêdayî DAIŞ’ê dema ‎hewl dan ji kampê birevin ji hêla hêzên ewlehiyê yê kampê ve hatin girtin. Ew jin piştrast kirin ku ‎revandin ji hêla îstixbarata Tirk ve tê rêxistin kirin. Du jinên DAIŞ’î ku hewl dan birevin yek ji ‎wan Elîf Sancar ku hemwelatiyê Tirkiyê ye û Fatma Ridvan ku aslê xwe Çeçen e. Her du jinan ‎diyar kir ku wan hewl da birevin Tirkiyê û gotin “dewleta Tirk me dixwaze."‎

Îstixbarata Tirk MÎT’ê revandina wan cîhadîstan Elif Sancar û Fatma Ridvan bi ‎rêxistin dike û bi rêya Weqfa Alîkariya Mirovî IHH ku piştgiriya DAIŞ’ê dike, pere jî dide wan. ‎Hem ew û hem jî ajokarê kamyonê ku tê de hewl da ku birevin li xwe mikûr hatin ku revîn, ku ji ‎hêla îstixbarata Tirkiyê ve hate birêxistinkirin. Di yek ji van bûyeran de, jinên ku di sarinceke avê de ‎xwe veşartibûn û hewl didan birevin, hatine girtin ku ajokarê vê tankera avê jî bi UNICEF’ê re ‎dixebitî.

XETERE Û BERPIRSYARÎ

Rêveberiya Xweser û Koalîsyona Navdewletî ev bi mehan e daxwaz dike ku ji bo şervanên biyanî ‎yên DAIŞ’î û malbatên wan, ku di operasyonên hevbeş ên QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî de ‎hatine girtin karibin vegerin welatê xwe, dadgehekê navdewletî were sazkirin û endamên DAIŞ’ê ‎di van dadgehan de werin darizandin. Lê ev hewldan heta niha piranî bê bersiv man. Di doza ‎Barkal de, tevî ku Reveberiya Xweser hewl da ku ew vegere welatê xwe, bersiv ji hikumeta ‎Moldoviya nehat. Lê belê tevî vê yekê piştî ku dewleta Tirk Barkal ji kampê revand, hikumeta ‎Moldovya spasî li serokkomarê Tirk Erdogan kir. Dema Tirkiyê ragihand ku ew ji kampê ‎revandiye, diyar kir ku ev yek bi hevkariya hikumeta Moldovya pêk hatiye. ‎

Teror û encamên hewldanên xeter yên DAIŞ’ê li her deverê têne zanîn. Li Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê, di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji bo azadkirina herêmên dagirkirî û metirsiya gerdûnî ya terora ‎DAIŞ’ê ya li dijî azadiya jinê bi hezaran şehîd hatin dayîn. ‎

Çend sedem hene ku dewleta Tirk piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Ji aliyekî din vê, dewleta Tirk ‎hevkariya ku dide komên cîhadîst, ji bo berjewendiyên xwe yên emperyalîst ên li hundir û derveyî ‎Sûriyê bikar tîne, da ku dawî li hebûna kurdan bîne û xeyala xwe ya İmparatoriya Osmanî ya nû ‎pêk bîne. Ev polîtîkayên hukûmeta Erdogan her weha li Iraq, Lîbya, Qibris û demên dawî li ‎Azerbêcanê jî eşkere bû. ‎

Li aliyê din, neteweperestiya Erdogan û partiya wî AKP, ji bilî îdeolojiya neo-osmanî, bi tevahî ‎girêdayî îdeolojiya îslamî ya herî kevneşop ê. Wekî ku herî dawî dêra dîrokî Ayasofya ya li ‎Stenbolê veguherandin mizgeftê, li hundir û dervê tevahî projeyên xwe li gorî îslama siyasî û ‎polîtîkayên din ên faşîst dimeşîne.‎

Divê endamên Koalîsyona Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û NATO li dijî kiryarên dewleta Tirk ‎ku destkeftiyên Koalîsyonê yên li dijî terorîzma îslamî dixin nav xeteriyê û ewlehiya herêmê û ‎tevahiya cîhanê xera dike, bisekinin û ji ber van kiryarên rû didin ji dewleta Tirk hesab bixwazin. Ji ‎ber hebûna wan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyariyeke taybet ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsya heye. Bêdengî tê wateya piştgiriya siyaseta AKP û piştgiriya dewleta Tirk ya ‎DAIŞ’ê û bi vê yekê xetereya mezin a ku dewleta Tirk pêk tîne, tê pejirandin.‎

Der barê girtiyên DAIŞ’ê yên biyanî de ku di zindanên di bin kontrola QSD’e yên li ser axa Sûriyê ‎de dimînin, welatên ku li van zindanan hemwelatiyên wan hene, divê berpirsyariyê hilgirin û ‎dest bi pêvajoya dadgehkirin û vegerandina van girtiyan bikin. Her wiha divê dadgeheke navdewletî ‎were damezirandin da ku hemû endamên DAIŞ’ê li gorî qanûn û pîvanên navdewletî werin ‎darizandin.‎

ANHA


Mijarên Din