Alîkariya ku gelê Helebçe kom kiribûn wê ji bo Rojava were şandin

Kampanya alîkariyê ya bi dirûşmeya `Em hemû Rojava ne` ku ev 5 rojên destpêkiriye,  bidawî bû, wê îro ji bo Rojavayê Kurdistanê re werin şandin.

 Ji beriya pênc rojan li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Helebce kampanya alîkariyê ya bi navê ‘Em hemû Rojava ne’ hatibû despêkirin. Piştî ku gelek alîkarî hatin komkirin duh êvarê komîteya kampanyê ragihand ku ew kampanya xwe bi dawî dikin. Tê payîn ku alîkariyên hatine komkirin îro ji bo Rojavayê Kurdistanê werin şandin.

Ev kampana ji aliyê Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistan û çend rêxistinekî din ve hatibû despêkirin û li tevayî dibistanên Helebce alîkarî hatin komkirin.

Têkildarî mijarê Berpirsê Rêxistina Parastina Zarokên Kurdistan a Helebce Aras Abid ji Rojnews’ê re axivî û got; “Piştî me ev kampanya ragihand welatiyên Helebce di demek zûde bi tevlîbûnek xûrt beşdarî kampanyê bûn û alîkariyek baş hate kirin.”

Di dewama axaftina xwe de Aras Abid têkildarî alîkariyên ku hatine komkirin jî got; “Gelek welatiyan pere di anîn, lê me ji wana re got herin bidin bi kelûpelên xwarinê bînin. Her wiha tiştên hişk yên xurakê jî wek birinc, şekir, ar û zeyt û gelek cûrên din ên xurakê jî hatine komkirin. Her wiha cilûberg hatine komkirin. Ger em bibînin rewş baştir nabe, emê carek din dubare vê kampanyê ragihînin.”

Endamê komîta kampanyê Ravyar Newzad jî da zanîn ku ev kampanya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistan erkekî li ser milên tevayî Kurdan û karekî xêrxaziye. Hêvî xwest ku hemû kes û alî bikarin ji bo Rojavayê Kurdistanê bibin alîkar.


Mijarên Din