Alîkariyên mirovî di destê terorîstan de ne, MSD`ê hişyarî da: Gaveke xeternak e

Piştî ku Meclisa Ewlehiyê vekirina dergeha Bab El-Hewa yê di bin serweriya çeteyên Tirkiyê de (ku hinek dikevin nava lîsteyên terorê) erê kir, mijara alîkariyên bi gelê Sûriyê re careke din ket rojevê. Hikmet Hebîb li ser xeteriya biryarê hişyarî da û girêdana rêxistinên navnetewî bi hêzên berjewendîperest re, rexne kir.

Piştî erêkirina Meclisa Ewlehiyê li ser derbaskirina alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re bi rêya dergeha Bab El-Hewa  ku di bin serweriya çeteyên Heyat Tehrîr Şam de ye (berê Cebheta Nusra ku di nava lîsteya terorê ya navnetewî de ye), dergeha navborî ku wekî koorîdora Tirkiyê ya piştgiriya terorê û çeteyan tê nasîn careke din ket rojevê.

Di dawiya 2013`an de li dergeha Bab El-Hewa guhertineke balkêş pêk hat. Komên çete û terorîstên li ser sînor ku bi rêya vê dergehê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de tevdigerîn, bi fermana Tirkiyê komên çekdar ku DYA`yê piştgirya wan dikir, girtin û ji hev xistin.

Di êrişa "Cebha Îslamiyê" ya bi koordîneya bi Cebhet Nusra (niha Heyat Tehrîr Şam) re ya li dijî depoyên "Artêşa Azad" li dergeha Bab El-Hewa û kontrolkirina dergehê tevî çek û cebilxaneya ku Amerîkayê şandiye, Artêşa Azad hat tunekirin.

Bi kontrolkirina Bab El-Hewa re, komên çete û terorîst bi hêztir bûn. Ji ber ku di dergehê de çekên ku odeya çalakiyan "Mok" ya Îstixbaratên Amerîkayê li Urdunê, ku di nava wan de moşekên "TOW" ku heta demeke dirêj li ser hêzên hikumeta Sûriyê xeterî bûn, hebûn.

Çete û terorîstan ku di nav de "Cebheta Nusra" hebû, piştî şerê dijwar bi hikumeta Sûriyê re gelek herêm bi dest xistin. Bi vê yekê herêmên di navbera dergeha Bab El-Hewa û bajarê Sermede (yê Idlibê ku di bin serweriya Cebheta Nusra de bû), ji ber derbaskirina çekan û kel û pelên ji Tirkiyê veguherîn navendên aborî û baziraniyê li bakur rojavayê Sûriyê.

Bi destpêkirina xebatên aliyên navnetewî yên derbaskirina alîkariyan ji gelê Sûriyê re di 2014`an de, komên çete û terorîst alîkariyên ku ji gel tên şandin kontrol kirin. Cebheta Nusra alîkariyên ku rêxistinên navnetewî ji gelê Sûriyê dişandin, difirot û bi wan pereyan çek dikirî û pereyên mayî li ser çeteyên xwe belav dikir.

Li hemberî wan geşedanan hêzên cîhanî bêdeng man. Piştî şandina her beşekî alîkariyan, behsa  girankirina tedbîrên ji bo "têkoşîna li dijî terorê" û zextên ji bo nebikaranîna alîkariyên mirovî ji bo berjewendiyên tu aliyên terorîst, dihat kirin. Lê belê di rastiyê de tu gavên partîkî nedihatin avêtin.

Di Îlona 2018`an de komên çete beşekî mezin ji alîkariyên mirovî desteser kir. Lê belê hikumeta Amerîkayê pê hesiya ku hikumeta Înqaz a girêdayî Cebheta Nusra pereyan ji kamyonên di dergeha Bab El-Hewa re derbas dibin distîne. Lewra Amerîka û Birîtanyayê şandina alîkariyan bi rêya Bab El-Hewa rawestand.

Di Kanûa heman salê de, hin aliyên xêrxwaz şandina alîkariyan ji bo bakur rojhilatê Sûriyê rawestand. Lê belê di bin navê ku pîvanên kontrolkirinê û tedbîrên pêwîst hatine girtin de, alîkariyên mirovî careke din hatin şandin.

Çavdêr dibînin ku erêkirina Meclisa Ewlehiyê ya Navnetewî li ser derbaskirina alîkariyan bi rêya Bab El-Hewa ku di bin serweriya Heyat Tehrîr Şam de ye, van komên terorîst ên bi navên cuda rewa dike.

‘RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ GIRÊDAYÎ HÊZÊN BERJEWENDÎPEREST IN’

Têkildarî mijarê, cîgirê serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê Hikmet Hebîb, ji ANHA`yê re wiha got: "Mixabin, deste û rêxistinên navnetewî û di nav de Meclisa Ewlehiyê û NY`yê, êdî girêdayî hêzên mezin in, ku li ser hesabê berjewendiyên gelan û nexasim gelê Sûriyê berjewendiyên xwe pêk tînin."

‘CIVAKA NAVNETEWÎ ALOZIYA SÛRIYÊ KÛRTIR DIKE’

Hikmet Hebîb wiha berdewam kir: "Ev yek diyar kir ku civaka navnetewî û dewletên têkildarî doza Sûriyê, di çareserkirina aloziyê de ne cidî ne. Berovajî wê yekê, alzoiyê kûrtir dikin û rê didin Tirkiyê. Her wiha bi vekirina vê dergerhê re, derfetê didin komên çete."

‘GAVEKE XETERNAK E’

Hebîb li ser  wê yekê hişyarî da û  got: "Vekirina dergeha Bab El-Hewa tenê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyê re, gaveke xeternak e ku li gavên berê û biryarên siyasî yên ne rast ên Meclisa Ewlehiyê zêde dibe."

Hebîb her wiha karê rêxistinên navnetewî nirxand û wiha da zanîn: "Biryarên Meclisa Ewlehiyê û hêzên navnetewî yên taybet bi aloziya Sûriyê yan aloziyên din, dikevin xizmeta dewletên di Meclisa Ewlehiyê de ku berjewendiyên xwe li ser hesabê berjewendiyên gelan pêk tînin."

‘BERJEWENDIYÊN SIYASÎ LI SER HESABÊ MIROVAHIYÊ"

Hebîb wiha nirxandina xwe dewam kir: "Biryar Meclisa Ewlehiyê ya vekirina dergeha Bab El-Hewa wekî dergehekî mirovî, pir xeternak e. Ji ber ku tenê herêmên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ji van alîkariyan sûdê digirin. Wekî me berê jî anî ziman, ev biyar xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê nake."

Hebîb destnîşan kir, diviyabû ku Meclisa Ewlehiyê û wan dewletan dergehên din wekî dergeha Til Koçer vekiribana, lê ji ber ku ne li gorî berjeweniyên wan e, ew yek nekirin. Her wiha Rûsya û Çînê ji bo armancên siyasî, li ser hesabê armancên mirovî li pêş wê yekê bûn asteng."

‘EM DESTÊ ALÎKARIYÊ DIRÊJÎ HEMÛ WELATIYÊN SÛRIYÊ DIKIN’

Hikmet Hebîb bang li rêxistinên navnetewî kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û careke din mijara vekirina dergeha di ber çav re derbas bikin. Ji ber ku haya wan jê heye ku çeteyên dewleta Tirk û komên terorîst dergeha Bab El-Hewa kontrol dikin.

Hebîb wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Diviyabû dergehên din wekî dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) ku dikeve xizmeta tevahî gelê Sûriyê, bihata vekirin. Ji ber ku alîkariyên derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digihêjin hemû welatiyên Sûriyê. Em destê alîkariyê dirêjî hemû gelê Sûriyê dikin û xwe naspêrin tu aliyên navnetewî. Em ji bo tevahî Sûriyê kar dikin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din