Almaniya dê Sûriyên penaber ku serdana welatê xwe kirine, vegerîne welatê wan

Almanya dixwaze îqama penaberên Sûriyê yên ku piştî şer reviyane û serdana welatê xwe dikin û di heman demê de dibêjin şer li welat heye, vekişîne.

Wezîrê karên hundirîn a Almanyayê Horst Seehofer got divê sînorek ji penaberên Sûriyê yên li welêt re were danîn, ev jî dê bi mekanîzmaya betalkirina penaberiyê be û derxistina ji Almanyayê pêkan be.

Seehofer îro ji rojnameya Bild am Sonntag a Almanyayê re diyar kir ku kesên piştî şer bi berdewamî serdana welatê xwe dikin, nabe îdîa bikin ku ew tengav dibin, lewma divê destûra penaberiyê ji van kesan hildin.

Wezîrê Almanî ji ber penaberên Sûriyê yên li Almanyayê piştî şerê li welêt, serdana welatê xwe dikin, pêşniyara derkirina van kesan kir.

Di vê derbarê de siyasetmedaran tekez kir ku heke Buroya Yekitiya Koçber û Penaberan bizanibe xwedî îqame serdana welatê xwe dike, dê yekser destûra rûniştinê vekişîne û dest bi bergiriyên derkirinê bike.

Her wiha diyar kir ku desthilat rewşa Sûriyê dişopîne û heke rewş guncaw be, dê Almanya îqama wan bikişîne. Tê zanîn ku di salên dawîn de 780 hezar sûrî li Almanyayê bi cih bûn.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza hêsankirina vegera penaberan ji herêmên wan re dabû.

(eh)


Mijarên Din