Almanya bang li Tirkiyê kir ku şantajên xwe rawestîne

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas bang li dewleta Tirk kir ku eger dixweze têkiliyên xwe bi Ewropayê re pêş bixe, bila derxistina berhemên xwezayî  ji rojhilata deryaya Spî rawestîne.

Wezîrê Karên Derve ya Almanyayê di serdana xwe ya ji bo Athinayê yê de ku îro pêk anîbû, got" Têkildarî kiryarên vekolandinê yên Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî, helwesta me pir zelal e. Divê rêz ji qanûnên navnetewî re were girtin."

Her wiha go: " Heta ku dewleta Tirk kiryarên xwe yên şantajkirinê li rojhilatê deryaya Spî nesekinîne,  wê têkiliyên dewleta Tirk û Yekitiya Ewropayê bi pêş nekeve."

Diyar e ku daxuyaniya Maas bersiva daxuyaniya Wezîrê Karên Derve ya dewleta Tirk Mewlûd Çawîş Oglu ye ku beriya çend rojan dabû. 

Hefteya borî Çawîş Oglu gotibû,  Tirkiyê li gorî peymana xwe ya bi hikumeta Wefaqê re, wê dest bi kolandinê li deverên deryaya Spî ya ku nakokî li ser hene, bike.

Ev peyman a ku di dawiya sala borî de hatibû îmzekirin, rastî bertekên herêmî û navdewletî hat.

(rm)


Mijarên Din