Almanya bijîşkekî ji Sûriyê ji ber tawana sûcên îşkenceyê lêpirsîn dike

Hikumeta Almanyayê bijîşkekî ji Sûriyê ku ji ber pêkanîna sûcên îşkenceyê li dijî muxalifên rejîmê hatiye tawanbarkirin, lêpirsîn kir.

Bijîşkekî ji Sûriyê ku li Almanyayê dimîne, bi tawana ku li Humsê sûcên dermirovî pêk anîne, hate tawanbarkirin û hikumeta Almanyayê der barê vê yekê de dest bi lêpirsînê kiriye.

Bijîşkê bi navê ‘Hafiz A’ tê naskirin û li wîlayeta Hessen dimîne, guman hene ku wî kesên li nexweşxaneya leşkerî ya bajarê Humsê kesên muxalif ên birîndar îşkence lê dikirin. Hafiz A di Gulana 2015`an de gihaşt Almanyayê û niha jî li nexweşxaneyekê dixebite.  

Der Spiegel diyar kir ku lêpirsînê xwe spart îfadeya 4 kesan, ji wan du bijîşkên berî niha di nexweşyaneya leşkerî de dixebitîn ku ew jî Mayîz Xecer û Mihemed Wehbê ne, her wiha di hefteya borî de jî du şahidên din jî îfadeya xwe da. Her du şahid hin zarokên xwe ji ber lêdanê winda kirine û bijîşk Hafiz A gumanbar e, ji ber wêneyekî wî hatiye kişandin.

Bijîşk Hafiz A tawanên li dijî xwe red kirin û got civaka îslamî ya tundraw îdiayên wiha belav kirine.

(eh)


Mijarên Din