Almanya: Em herêma ewle ya hebûna Tirkiyê li Sûriyê xurt dike, red kir

Almanyayê ragihand ku ew herêma ewle ya ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê xurt dike, red dike. her wiha eşkere kir ku têkildarî rewşa Sûriyê,  ew bi hevalbendên xwe re di nava dan û standinan de ye.

Îro Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Haiku Mas got, "Em herêma ewle ya ku hebûna Tirkiyê li Sûriyê xurt dike, red dikin."

Mas eşkere kir ku ew bi hevalbednên xwe re têkildarî rewşa Sûriyê di nava dan û standinan de ne.

Wezareta Parastina Almanyayê duh pêşniyara avakirina herêma ewle di bin çavdêriya navdewletî de û li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê kiribû û her wiha destnîşan kiribû ku rewşa Sûriyê dê bandore li ewlehiya Ewropayê jî bike.

Wezîrê Karê Derve yê Elmaniya Haiku Mas di demên derbasbûyî de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî talankirin bi nav kiribû û wiha anîbû ziman, êrîş li dijî qanûnên navdewletî ne.

(eh)


Mijarên Din