Almanya û Estonyayê banga agirbestê kir

Almanya û  Estonyayê projeya biryarekê ji Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê pêşkêş kir ku şer di dema belavbûna Koronavîrusê de li tevahî cîhanê 90 rojî were sekinandin.

Di projeya biryarê de ku ji aliyê her du endamên Meclisa Ewlehiyê ve hatiye pêşkêşkirin, 5 xalên sereke girêdayî agirbesta giştî hene.

Armanca vê pêngavê ew e ku alîkariya nêzî 30 welatên ku di nava aloziyê û şer de di têkbirina Koronavîrus (Covid-19) de lê bêyî ku were diyarkirin ku heger bi rastî gav ji bo vê yekê li ser erdê hatine avêtin.

Di projeya Fransa-Tunisê de banga agirbesta 90 rojî hatibû kirin û derfet were dayîn da ku alîkarî bigihêjin niştecihên ku zêdetir zirar dîtine.

Dema dengdayîna ji bo projeya biryarê nehate diyarkirin lê belê dibe ku di zûtirîn demê de be ku heger dewletên daîmî di meclisê de vetoyê bi kar naynin, wekî ku çawa Washingotinê red kir ku navê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di pêşniyara Fransa-Tunisê de bi bêje.

Her wiha di projeya biryara Almanya– Estonyayê de navê WHO’yê nehatiye gotin û ev yek metirsiyê li ser helwesta Çînê çêdike ku heta kêliyên dawîn ku îşaretê bi rêxistina navneteweyî dike.

Dîplomatekî ku nexwest navê xwe diyar bike, destnîşan kir ku Çînê di civînê de ragihand ku ew destekê dide tevgereke lezgîn ji aliyê meclisê ve.

(bx)


Mijarên Din