Almanya: Lîbya di navbera Moskov û Enqereyê de parçekirî ye

Wezîra parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer got pêşniyarên parçekirina Lîbyayê di navabera Tirkiye û Rûsyayê de dê encamên wê ne erênî bin ji bo Ewropayê. Her wiha got welatê wê dê gavên berbiçav biavêje da ku şandina çekan ber bi Lîbyayê ve qedexe bike.

Rojnameya Deutsche Welle diyar kir ku wezîra parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer wiha axivî: "Em nikarin bibêjin ku ev rewş dê ne ya baştirîn be ji Ewropayê re."

Dewleta Tirk ji bo destekdayîna hikumeta Wîfaq a Lîbyayê, destwerdana leşkerî li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê dike ku destekê ji Rûsya, Misir û Îmaratê digire.

Annegret Kramp-Karrenbauer destnîşan kir ku însiyatîfa aştiyê ku li Berlînê hatiye destpêkirin, çareseriya tekane ye ku ji bo şerê Lîbyayê pêk were.

(bx)


Mijarên Din