Almanya niyet dike laçikan li dibistanan qedexe bike

Hikumeta Almanyayê hewl dide laçikan ji bo şagirtên dibistanên seretayî qedexe bike. Serjimara welatiyên misilman li Almanyayê nêzî 5 milyon e.

Sky Newsê ragihand ku hikumeta Almanyayê difikire lixwekirina şagirtên keç ên dibistanên seretayî ya laçika îslamî, qedexe bike.

Delegeya hikumetê ya kar û barên biyaniyan Annette Widman-Moose ji rojnameya Bild re got: "Şerm e ku zarokên biçûk laçikan bidin serê xwe û piraniya misilmanan jî alîgirên vê nêrînê ne."

Serjimara welatiyên misilman li Almanyayê nêzî 5 milyon e anku ji sedî 6 ji serjimara Almanyayê ye. Piraniya misilmanên li Almanyayê  bi eslê xwe Tirk in.

Meclisa Awusturyayê çarşema borî biryara projeya hevbendiya hikumeta rastgir a qedexekirina laçikan li dibistanên seretayî derxist.

(fr)

(م ح)


Mijarên Din