Almanya û Îran der barê hevpeymana nukleerî de li hev dicivin

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Haikou Mas îro gihaşt Tehranê da ku dan û standinan bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re di çarçoveya keda Ewropayê di parastina hevpeymana nukleerî de bike û nakokiya di navbera DYA û Îranê de rake.

Çakaniyekî dîplomatekî Alman tekez kir ku dê îro Mas bi wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf û Rûhanî re bicive da ku li ser hevpeymana nukleerî û aloziya bi DYA`ê re nîqaş bikin.

Mas di hefteya çûyî de di serdana xwe ya li Iraqê de hişyarî da ku xetereyên aloziyên bi Îranê re ji bo hemû Rojhilata Navîn in û got ewropî tekez dikin ku ev yek hêja ye ku hewldana parastina hevpeymana nukleerî bi Îranê re bê kirin.

Mas got ew ê di dan û standinan de metirsiya çalakiya Îranê li Sûriye û Yemenê teqez bike.

Der barê mijarê de berdevkê karên derve yê Îranê Ebas Mosawî dewletên Ewropayê yên ku hevpeymana nukleerî îmze kirine, rexne kirin, ji ber ku ew di xelasbûna hevpeymanê de  piştî vekişandina serokê Amerîkayê Donald Trump sala çûyî ji hevpeymanê û careke din ceza li ser Tehranê ferz kir, paşguh dikin.

Reutersê jî ragihand ku Mosawî wiha gotiye: "Heta niha me tu tevger ji bo mîsogerkirina berjewendiyên Îranê ji Ewropiyan nedît… Tehran tu dozan ji bilî hevpeymana nukleerî lêkolîn nake."

(jo/kc)


Mijarên Din