Almanyayê banga avakirina "Herêma ewle navdewletî" li Sûriyê kir

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Anigret Crump Karenbauer banga avakirina herêmek ewle navdewletî li Sûriyê li ser sînorên Sûriyê bi Tirkiyê kir.

Anigret Crump Karenbauer di axaftina xwe de bi ajansa nûçeyan a almanî DBA re îro got, wê ev însiyatîf bi şêwirmenda almanî Angela Merkel re koordîne kiriye û dê di civîna NATO`yê de li ser asta wezîrên berevanî li Brussels di 24-25`ê Cotmehê de ji hevalbendên rojavayî re pêşkêş bike.

Anigret Crump Karenbauer diyar kir ku navaroka însiyatîfê wiha ye: "Avakirina herêmek ewl di bin çavdêriya civaka navdewletî bi tevlibûna Tirkiyê û Rûsyayê bi armanca kêmkirina ast şer."  Anigret Crump Karenbauer ev însiyatîf bi însiyatîfek cidî hesiband.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demek berê de bang li avakirina herêma ewle di bin sponseriya hêzên parastina aştiyê ya girêdayî NY`î kir.

(şx)

 


Mijarên Din