Almanyayê daxwaza DYA’yê red kir

Berdevkê hikumeta Almanyayê îro got li ser xaka Sûriyê tu hêzên wan tune ne, her wiha tekez kir ku welatê wî plana guhertina vê yekê nake. 

Berdevkê hikumeta Almanyayê Stefan Seppart got: "Hikumeta Almanyayê bi baldarî parastina bergiriyên heyî yên di nava koalîsyona leşkerî ya li dijî rêxistina DAIŞ`ê de dike, ev jî tê wateya ku hêzên bejahî li ser xakê tune ne."

Washingtonê ji Berlînê bi rêya daxuyaniya nûnerê taybet ê DYA`yê yê li Sûriyê James Jeffrey xwestibû ku hêzên bejahî ji bo şerkirina li dijî DAIŞ`ê bişîne Sûriyê.

(eh)


Mijarên Din