Almanyayê ji bo çûyîna Tirkiyê hişyarî da welatiyên xwe

Almanyayê welatiyên xwe yên difikirin biçin Tirkiyê hişyar kirin û got dibe ew li Tirkiyê werin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser malpera xwe ya înternetê ya fermî ji bo welatiyên xwe yên plan dikin ku ji betlaneyê biçin Tirkiyeyê, hişyariya xwe nû kir. Wezaretê hişyariya xwe ya li ser ger û geştê teqez kir û ji welatiyên Almanyayê wiha got: "Ji bo ku li Tirkiyeyê neyên destgîrkirin, gelekî hay ji xwe hebin."

Wezaretê ragihand ku dibe ku astengiyên nû derkevin pêşiya nûnerên civaka sivîl û medyaya Alman û wiha pê de çû: "Mijarên ku li gorî qanûnên Almanyayê azadiya fikr û îfadeyê ne, li Tirkiyê dibe ku bibin sedema astengkirina pîşeya we û cezakirina we."

Wezareta Karên Derve diyar kir ku kesên li ser medyaya civakî hikumeta Tirk rexne kiribin, dibe ku bên destgîrkirin.

Li Tirkiyê herî kêm 5 welatiyên Alman ji ber sedemên siyasî ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl tên girtin.

(fr)

 


Mijarên Din