Aloziya di nava AKP’ê de kûrtir dibe

Ji partiya AKP ya desthilata Tirkiyê bûyerên îstîfakirinê berdewam dikin û 3 wezîrên berê jî partiyê îstîfa kir. Ji ber vê yekê aloziya partiyê kûrtir bû û tê payîn ku wezîrên îstîfa kirine, di partiya ku cîgirê serokwezîr, wezîrê aborî û yê karên derve yê berê Alî Babacan hewldana damezirandina wê dike, bibin xwedî erk.

3 wezîrên berê yên Partiya Adalet û Geşepêdanê (AKP) ku niha li Tirkiyê serwer e, îstîfa kir û ji ber vê yekê rewşa partiyê aloztir bû.

Wezîrên ku ji partiyê îstîfa kirine ev in; wezîrên adaletê, yê karên hundirîn û yê bazirganiyê yên hikumeta Recep Tayyîp Erdogan, Sadullah Ergîn, Beşîr Atalay û Nîhat Ergun.

Tê payîn ku wezîrên îstîfa kirine, di partiya nû ya ku tê payîn cîgirê serokwezîr, wezîrê aborî û yê karê derve yê berê Alî Babacan hewldana avakirina wê dike, bibin xwedî peywir. Tê zanîn ku Alî Babacan di Tîrmehê de ji AKP’ê îstîfa kiribû.

Têkildarî mijarê dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê di demên dawîn de, behsa damezirandina navenda partiyeke nû li paytexta Tirkiyê Enqereyê ji hêla serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu ve kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê yên muxalîf got Davutoglu êrîşên xwe li dijî siyaseta AKP’ê nû kirin. Davutoglu di daxuyaniyeke çapemeniyê de got heke dosyayên têkoşîna li dijî terorê vebin, dê gelek kes nikaribin derkevin pêşberî raya giştî, di nav van kesan de rayedarên Tirkiyê yên ku destek dane terorê hene.

Çapemeniya Tirk îdia kir ji destpêka meha Tîrmehê heta Tebaxa 2015`an dîroka herî xeternak û dijwar a Tirkiyê ye û îşaret bi dema AKP’ê tawanbarî li dijî endamên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)bar kirin, êrîşî herêmên Kurdan kir û di xwepêşandanên banga aştiyê de teqîn pêk anîn, kir.

(eh)


Mijarên Din