Aloziya di navbera Hemas û Îsraîlê de mezin dibe

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand, artêşa Îsraîlê li gelek deveran pergala parastina esmanî xurt dike. Bi taybet piştî êrîşên hawayî yên Xezayê û avêtina roketekê li bajarê Sidîrot ê Îsraîlê.

Nûçegihanê me ji Xezayê ku gahiyên xwe spartine ragihandina şer a bi Îsraîlê ve, diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji bo pêşketinên muhtemel bi Xezayê re nemaze piştî avêtina 3 topan ji aliyê Xezayê li ser Îsraîlê ve amadekariyan dike.

Nûçegihanê me bi bîr xist ku ji amadekariyên ku artêşa Îsraîlê dike, derdora deryaya Xezayê hatiye girtin û nêçîra li wir hatiye qedexekirin, her wiha çalakiyên avêtina nepoxên şewatê ji Xezayê ber bi bajêr û mezreyên Îsraîlê ve jî qedexe kir.

Rojnameya Mearîf a Îsraîlê ji çavkaniyên xwe diyar kir ku Tevgera Hemasê peyamek ji Îsraîlê re şand. Nûnerên Neteweyên Yekbûyî li Rojhilata Navîn Nikolai Mladenov ê ku vê sibehê serdana Xezayê kir got: "An bila Îsraîlê bendên lihevkirinê pêk bîne, an jî em bê rêbazên xwe wê neçar bikin ku pêk bîne."

Artêşa Îsraîlê vê sibe an ku piştî ku êrîşa balafirên Îsraîlê yên li ser Xezayê li dijî bargehên komên çekdar ên Filistînê, daxuyanî da û got: "Balafirên şer û helîkopterên Îsraîlê  li ser bersivdayîna topbaranê, di saetên êvarî de gelek hedef jê binsaziya bargehên leşkerî, bargeha leşkerî ya girêdayê hêza deryayî ya rêxistina Hemas li Xezayê bombebaran kirin. Em Tevgera Hemasê ji berdewama van nêzîkatiyan hişyar dikin."

Girêdayî wê, Filistînî amadekariyên çalakiyên "Meşa Mezin û Rakirina Dorpêçê" dike.

Tê texmînkirin ku çalakî dê di asta herî bilind dibe. Çavdêrên Filistînê texmîn dikin ku heger kesek bi guleyên Îsraîlê ve bibe qurbanî dibe ku çekdarên Filistînê bersiva leşkerî bidin.

ANHA


Mijarên Din