Aloziya Hurmizê… civîneke leşkerî ya Ewropî-Amerîkî li Behreynê

Brîtanya bang li nûnerên leşkerî yên DYA, Fransa û dewletên Ewropayê kir ku beşdarî civîna ku îro li Behreynê tê lidarxistin, bibin da ku hêzeke navneteweyî ji bo parastina petrola di tengava Hurmizê re derbas dibe, ava bikin.

Rojnameya Guardian a Brîtanyayê got Brîtanya hêvî dike ku pirek di navbera DYA û dewletên din ên Ewropayê, mîna Almanyayê ava bike ku beşdarbûna di her erkekê ku Washington bi rê ve dibe, kêm dike.

Çavkaniyên Brîtanyayê got ku pêşniyara wezîrê karên derve yê berê yê Brîtanya Jeremy Hunt ji bo avakirina hêzeke Ewropî ji bo qedexekirina Îranê ku veguhastinên petrolê di pêşerojê de derxe, hîna heye.

Her wiha Washingtonê pêşniyar kir ku xebata parastina tengava Hurmizê zêde bike.

Washingtonê bang li gelek dewletên Ewropayê kir ku di parastina azadiya deryayî li tengava Hurmizê de alîkar bin û li pêşiya êrîşên Îranê bisekinin, di demekê de ku nakokî di navbera DYA û Îranê de zêde dibin.

Li aliyekî din jî, serokkomarê Feransa Emmanuel Macron careke din dan û standin bi rêya telefonê bi serokê Îranê Hesen Rûhanî re kir, tê de vexwendina sererastkirina rewşê ji bo tunekirina nakokiyan di navbera Îran û DYA’yê de dubare kir.

(jo)


Mijarên Din