​​​​​​​Aloziya li Şamê û lûtkeyên li Siûdiyê di rojeva rojnameyên erebî de ne

Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya jiyanî û aborî ya li herêmên serweriya hikumeta Şamê, xwepêşandanên li Urdinê û lûtkeyên ku dê li Riyadê bên lidarxistin, kir.

‘LI ŞAMÊ ALOZIYA KÛR A ENERJIYÊ’

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya El Beyan nivîsî: “Di şev û rojekê de li Şamê û derdora wê li gelek saziyên sereke yên dewletê felcbûn çêbû, nexasim di asta xizmetên veguhestinê de. Sotemenî (hemû cureyên wê) li bajar tune ne û li gel nebûna amûerên taybet û giştî yên veguhastinê li bajar û gundewarên wê aloziyeke dijwar heye.

Ji destpêka aloziyê di 2011`an de û heta niha, ev aloziya herî dijwar e li bajar û saziyên hikumetê. Welatî dibêjin li gorî aloziyên van rojan, rojên şer ji aliyê ximzetguzariyê ve xweş bûn.

Yên herî zêde zirarê dibînin karmendên saziyên giştî yên li Sûriyê ne. Li gelek saziyan xizmetên fermi yên veguhestinê yên girêdayî hikumetê hatine rawestandin, beşeke mezin a karmendan sibehan bi zehmetî digihêjin cihê karê xwe.

Vê ne tenê bandor li jiyana rojane kir, lê belê bandor li rewşa aborî bi taybet bazirganî û pîşesaziyê jî kiriye. Dikanên bazirganiyê, saziyên pîşeyî ji ber ku nikarin sotemeniyê peyda bikin êdî hilberîn an saetên kar an jî rojên kar ên hefteyê û heta karmend û karkerên xwe kêm kirine. Her wiha Wezareta Bazirganiyê gefan li wan dixwe ku eger sotemeniyê ji sûka reş bikirin dê cezayan li wan ferz bike. Çalakvanên ji Sûriyê dibêjin ku êdî pêxistina jeneratoran bi guman e. Ev rewşa giran bi taybet li Şamê, ji ber pêdiviya enerjiyê, bidestnexistina wê çi ji hundir an jî bi rêya alîkariyên derve nexasim bi rêya Rûsyayê ku bi şerê Ukraynayê mijûl e, dibe ku bi destpêkirina 2023`yan re dijwartir bibe.”

‘BIHABÛNA SOTEMENIYÊ XWEPÊŞANDANÊN LI URDINÊ GURTIR DIKE’

Rojnameya El Ereb jî behsa rewşa Urdinê kir û wiha nivîsî: “Roja Sêşemê greva ajokaran li Urdinê berfireh bû. Hejmareke xwediyên kamyonan beriya çend rojan li bajarên Eqebe û Mean ji ber bihabûna nirxê sotmeniyê dest bi grevê kiribû. Grev berfirehtir bû û ajokarên otobîs, sehrîc û gelek wesayitên din ên li hin parêzeran jî tevlê bûn. Vê yekê zextên li ser hikumeta Urdinê ku aloziyeke darayî lê heye, zêdetir kirin.

Ji Mijdara borî de li Urdinê ji ber nerazîbûna li hember biryara hikumetê yên nekotrolkirina nirxên sotmeniyê pêleke xwepêşandan heye.

Roja duşemê ji bo nîqaşkirian budçeya gitşî Parlamentoya Urdinê civiyabû. Hin parlameneteran daxwaz ji hikumet bi birçîkirina gel û pêkanîna zextê tgawanbar kiribû, hinekan jî amaje bi standina baweriyê ji hikumetê kiribû.

Serokê hikumetê Buşir El Xesawinê daxwazên parlamenteran ên têkildarî sotmeniyê red kiribû û ji rûniştinê vekişiyabû.”

‘3 LÛTKEYÊN LI RIYADÊ JI BO XURTKIRINA HEVKARIYA EREBAN Û ÇÎNÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî lûtkeyên li Riyadê nivîsî: “Li ser vexwendina Mîrê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz, serokê Çînê Xi Jinping sibê bi serdaneke fermi diçe Siûdiyê û 3 rojan dimîne. Di serdanê de dê lûtkeyên Siûdiyê-Çîn, Kendav-Çîn û Erebî-Çînî bên lidarxistin.

Mîrê Sûidyê û serokê Çînê bi beşdariya mîrzayê Siûdiyê Mîr Mihemed Bin Selman dê dan û standinên fermi têkildarî têkiliyên dualî û hevkariya stratejîk a her du welatan, pêk bînin.

Tê payîn ku di ber lûtkeya Siûdiyê-Çînê re, zêdetirî 20 lihevkirinên destpêkê bi zêdetirî 110 milyar riyalê Siûdiyê (29 milyar dolar), lihevkirina hevkariya setratejîk a her du welatan bên îmzekirin. Her wiha tê payîn ku xelata Mîr Mihemed Bin Selman a hevkariya çandî ya Siûdiyê û Çînê bê ragihandin.

Bi beşdariya 30 serokên dewlet û rêxistinên navneteweyî, dê civînên her du lûtkeyên “Kendav-Çîn” û “erebî-çînî” bên lidarxistin.”

(cx)


Mijarên Din