Aloziya li ser sînorê Xezayê didome: 2 Filistînî jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Îsraîlê bargeheke çekdarên Filistînê topbaran kirin, di encamê de du Filistînî mirin. Ji ber gulebarana ji aliyê Xezayê ve du leşkerên Îsraîlê birîndar bûn.

Nûçegihanê me Xezayê diyar kir ku artêşa Îsraîlê danê êvarê bargehek a çekdarên Filistînê topbaran kir, di encamê de 2 filistînî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek din birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihandin ku topbaran wekî bersîva gulebarana li dijî dewriyeke artêşa Îsraîlê li ser sînor ku di encamê de 2 leşkerên wê birîndar bibûn, hat kirin.

Li gorî agahiyên ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hatine girtin, di çalakiya meşa îro ya li ser sînorê Xezayê ku navê "Colan Sûrî Erebî ye" hilgirtibû de, zêdeyî 50 welatiyên Filistînî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn, di nav de rewşên giran hene.


Mijarên Din