Aloziya Sûriyê – 2.. Ji şerê wekîlan ber bi şerê aliyên esasî ve

Destwerdanên derve di Sûriyê de alozî kûrtir kir û ji bo bidestxistina wê hemû alî ketine pêşbirkê. Wan aliyan hewl dan ku destwerdana xwe rewa bikin û bi rêya civînên ku nûnerên gelê Sûriyê beşdarê nedikirin, hewl dan berjewendiyên xwe pêk bînin.

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û guhertina berê wê ji ber destwerdanên leşkerî yên hêzên herêmî û navdewletî, hêzên herêmî û navdewletî xwestin ku destwerdana siyasî jî di kar û barê vê welatî de bikin. Destpêkê ev yek bi rêya insyatîfeke erebî ku li ser rawestandina tundiyê, serbestberdana girtiyan û vikişîna artêşê ji bajaran, di dawiya sala 2011`an de dest pê kir.

Piştî 2 mehan ji vê insyatîfê bi taybet di Çileya 2012`an de, wezîrên derve yên ereban insyatîfeke nû dest pê kirin. Insyatîfê bang kir ku desthilata Beşar El-Esed bikeve destê cîgirê wî û hikumeteke yekitiya neteweyî bê avakirin, lê belê rejîma Sûriyê ev plan red kir.

9 GERÊN CINÊVÊ Û TÊKÇÛNA NAVDEWLETÎ

Piştî zêdebûna destwerdana navdewletî, Cinêv bû cihekî derve yê sereke ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî daxwazên gelê Sûriyê û pêkanîna berjewendiyên aliyên destwerdan kirine. Yekemîn gerên Cinêvê di 30`ê Hizêrana 2012`an de li ser bangewaziya şandeyê navneteweyî ji bo Sûriyê yê wê demê Kofî Enan, pêk hat.

Ta niha 9 gerên Cinêvê pêk hatine ku ya herî dawî di 25`ê Çileya 2018`an de bû û ji ber bebeşdarbûna gelê Sûriyê tê de tu çareserî ji aloziyê re neanî.

Di van civînan de zêdetirî şandeyekî navneteweyî ji bo Sûriyê wekî Kofî Enan, Exdar El-Ibrahîmî û Stephen De Mistura hatin pejrandin. Ji 7`ê Çileya 2019`an de şandeyê navneteweyî Geir Pedersen hat guhetin û pê re hevsengiyên hêzan li gorî berjewendiyên rejîmê ji ber destwerdana Rûsyayê hatin guertin.

Di gera 8`emîn de ku di navbera 28`ê Mijdarê û 14`ê Kanûnê de hate lidarxistin, şandeyê navneteweyî Stephen de Mistura eşkere kir ku Cinêvê têk çûye û wiha got: "Me dan û standinên rasteqîn pêk neanîn."

ASTENA..PEYMANÊN KU JI BO GELÊ SÛRIYÊ NE BI XÊR BÛN

Hemwextî têkçûna gera Cinêvê û rêxistina navneteweyî ku tê de mafê Vêto hate bi karanîn, Rûsya, Îran û Tirkiyê nêzîkî hev bûn û li ser wê wekî civîneke wekî ya Cinêvê Astane dest pê kir ku ji bo pêkanîna armancên her sê aliyan li Sûriyê bû.

Rêzecivînê Astena di 30`ê Çileya 2017`an de dest pê kir û heta niha 14 gerên wê pêk hatine ku ya herî dawî di 10, 11`ê Kanûna 2019`an de bû ku di wê de jî nûnerên gelê Sûriyê tune bû.

Di encama wan rêzecivînan de hikumeta Sûriyê dest bi vegerandina herêmên ku di destê çekdaran de bûn, kir û peymanên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de dest pê kirin. Di 30`ê Çileya 2017`an de çete ji herêma geliyê Berede yê gundewarên bakur rojavayê Şamê û herêma kaniya Fîce ji bo Idllibê hatin veguhestin û hêzên hikumeta Sûriyê ew herêm bi temamî xistin destê xwe.

Gera 4`emîn a rêzecivînan ku di 4 û 5`ê Gulana 2017`an de hatin lidarxistin, guhertineke mezin di aloziya Sûriyê de çêkir. Rûsya, Îran û Tirkiye gihîştin peymaneke bi navê "kêm rageşiyê" ku li gorî wê 4 herêmên kêm rageşî hatin diyarkirin û pê re peyamanan dest pê kir û herêma careke din ketin bin serweriya hikumeta Sûriyê, her wiha dewleta Tirk a dagirker parçeyên erdên Sûriyê dagir kir û li ser hesabê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhertina  demografî pêk anî.

Li gorî vê peymanê, li bajarokê Xan El-Şêh ê başûrê Şamê û gundên derdora wê lihevkirin pêk hatin û hikumeta Sûriyê careke din vegerî herêmê.

El-Xûta ya rojhilat jî ku hikumeta Sûriyê bi rêya operasyonên leşkerî nikarîbû bi dest bixe, di 14`ê Nîsana 2018`an de piştî peymaneke Tirkiye û Rûsyayê ku bi rêya wê Rûsya destûra dagirkirina Efîrnê di Adara 2018`an de da Tirkiyê, El-Xûta bi temamî radestî rejîma Sûriyê hat kirin.

Bi vê yekê hikumeta Sûriyê zêdetirî ji sedî 60 ji bejahiya Sûriyê bi dest xist, ku di dema destwerdana Rûsya di dawiya 2015`an de tenê kêmtirî ji sedî 20 ji erdan di destê rejîmê de bû.

Tirkiyê jî parçeyên erdên Sûriyê ji Cerabilusê heta Idlib û Efrînê dagir kir û şêniyên resen ên wan herêman bi taybetê Kurd, bi darê zorê dan koçberkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Efrînê, ANHA`yê û dezgehên din ên ragihandinê gelek rapor û belgeyên binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Kurd û guhertina demografiya herêmên ku dagir kirine, tirkirina wan herêman û guhertina meteryalên xwendinê û ferzkirina zimanê Tirkî, belav kirin.

Piştî gera dawî ku di Kanûna 2019`an de pêk hat, hêzên hikumeta Sûriyê zêdetirî 250 gund li gundewarên Idlib, Hema û Lazîqiyê bi dest xist û rûbereke kêm ji bejahiya Idlibê di destê Tirkiyê û çeteyên wê de ma. Li ser vê yekê dewleta Tirk li dijî Rûsya, Îran û hikumeta Sûriyê şerekî rasterast ragihand.

KOMÎTEYA DESTÛRÊ YA RÛSYA Û TIRKIYÊ…NÛNERÊN RASTEQÎN ÊN GEL LI KU NE?

Balkêş e ku Rûsya bi alîkariya Tirkiye û Îranê hewl da aloziya Sûriyê di mijara komîteya destûrê de, sînordar bike ku Meclisa Ewlehiyê di Kanûna 2015`an de di biryara 2252 de bi navê "nexşerêya çalakiyên veguhestina siyasî li Sûriyê", pejirand û 4 beşên wê hebûn ku yek ji wan komîteya destûrê bû.

Vê biryarê piştgiriya avakirina destûrekî nû yê Sûriyê kir ku li gorî pîvanên navdewletî heta 18 meha bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî. Lê belê ji ber destwerdanên derve û ne lihevhatina berjewendiyan, komîte nehat avakirin. Di Çileya 2018`an de bi insîyatîfa Rûsya û beşdarbûna Tirkiye û Îranê di civîneke Astenayê de ku nûnerên hikumeta Sûriyê û Tirkiyê jî wekî nûnera çeteyên xwe beşdarê bû, lihevkirin li ser avakirina komîteyeke destûrê hat kirin.

Di komîteyê de 50 nûnerên hikumeta Sûriyê, 50 nûnerên komên girêdayî Tirkiyê ku Tirkiyê wan hildibjêre û 50 kesayetên ji civaka sivîl ku Rûsya, Tirkiyê û Îran wan hildibijêrin, hene.

Pêkhateyên resen ê gelê Sûriyê bi taybetî nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê de  zêdtirî 5 melyon kes jiyan dike, ji komîteya destûrê hatin dûrxistin.

Tevî avakirina vê komîteyê jî, tenê 2 gerên civînan pêk hatin ku tê de ji ber nelihevkirinên beşdaran ne serkeftî bûn.

Tevî van civînan jî, tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nehat dîtin û topbaran û dagirkirî hîna berdewam e ku ji gel buhayê destwerdanên derve dide.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ..RONAHIYA KU ALIYÊN DESTWERDANÊ HEWL DIDIN TARÎ BIKIN

Tevî şer û rûxandina li Sûriyê pêk hatiye, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgeza xeta sêyemîn (netewa demokratîk) ku ji xwe re esas girtibû, parast û rêveberiyeke siyasî û hêzeke leşkerî bi beşdarbûna hemû pêkhateyan ava kir.

Şêniyên herêmê ji pêkhateyên hemû gelan di 21`ê Çileya 2014`an de rêveberiyeke xweser ragihandin ku pêdiviyên sereke yên welatiyan peyda kir. Her wiha partiyên siyasî bi awayekî azad dest bi çalakbûnê kir.

Her wiha di Cotmeha 2015`an de Hêzên Sûriye Demokratîk QSD`ê hat avakirin û rêgeza parastina rewa ji xwe re esas girt. QSD`ê yekemîn pêngavên xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê li navçeya Hol a girêdayî katona Hesekê dest pê kir û li herêmên din dewam kir. Di 23`ê Adara 2019`an de çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Hecînê tune kir.

Bi kûrbûna aloziya Sûriyê re li herêmên din ên Sûriyê, Meclisa Sûriye Demokratîk di 10`ê Kanûna 2015`an de bi beşdarbûneke şêniyên cogragiya Sûriyê û eşîrên Ereban kongreyek li dar xist. Ev yek wekî gaveke nûnertiya gelên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Di vê mijarê de, lêkolînerê siyasî Xeyas Neyse wiha ji ANHA`yê re got: "Li gorî pêşketina tevgera siyasî ya Kurdî ya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgera Kurdî ya herî zêde ku hevgirtineke rêxistinî û siyasî ji bo şopandina tevgera şoreşgerî heta damizrandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojihilatê Sûriyê, ava kir. Di dînamîta tevgera gelêrî li welatê me, ji aliyekî ve paşdeçûn û binketin heye, ji aliyê din ve jî proje û tecrûbeyeke nû û ya şoreşgerî heye."

Neyse diyar kir ku Rêveberiya Xweser destkeftiyeke niştîmanî ya hemû gelê Sûriyê ye û ne tenê ji bo beşekî ji cografiya û gelê Sûriyê ye. Bi taybetî ku tevî hemû zehmetî û şaştiyan mudeleke demokratîk û ya pêşketî ji bo rêvebirina xelkê Sûriyê kar û barên jiyana xwe bi edalet, azadî û wekheviyê, pêşkêş dike.

Neyse tekez kir ku projeya netewa demokratîk bi siyasetên zordariyê yê sîstema serwer li Şamê, her wiha bi berjewendiyên hegemoniya û serweriya hêzên herêmî û navdewletî yên ku dest li welatê me werdana re, bi nakok e. 

DÊ ALOZIYA SÛRIYÊ BIDAWÎ BIBE GELO ?

Bi ketina aloziya Sûriyê sala xwe ya 10`emîn û gûrbûna şerê berjewendiyan re, li bakur rojavayê Sûriyê şerê di navbera hêzên hikumeta Sûriyê ku Rûsya û Îran piştgiriya wê dikin ji aliyekî ve û Tirkiye û çeteyên Cebheta El-Nusra û komên din ên çete ji aliyekî din ve gur dibe.

Piştî ragihandina hikumeta Sûriyê operasyoneke leşkerî ber bi Idlibê ve, şer gurtir bû û hêzên rejîmê nuqteyên girîng wekî Maret El-Nûman, Seraqib û rêyên M4, M5 bi dest xist û derdora Helebê bi ewle kir. Di vê şerî de bi dehan leşkerên artêşa Tirk hati kuştin.

Bi berdewama ne lihevhatina berjewendiyan û hebûna hêzên Rûsya, Amerîka, Îran û Tirkiyê li ser erdê Sûriyê û hebûna çekdar û çeteyên ji seranserê cîhanê. Her wiha bi topbarana Israîlê ji nuqteyên Sûriyê re ku Îran û Hizbullah lê dimînin, xuya ye ku li asoyan tu çareseriyên ku êşa gelê Sûriyê bi dawî bike, xuya nakin.

Di vê der barê de, lêkolînerê siyasî Xeyas Neyse wiha dibêje: "Ger gelê Sûriyê li derveyî daîreya tevgerkirinê de man, derketina ji rewşa heyî dê lihevkirinên dewletên herêmî û navdewletî yên destwerdana Sûriyê dikin û di nava wan de dewleta Tirk, diyar bikin û dê ne li gorî berjewendiya gelê Sûriyê û xeyalên wî yên aşîtî û azadiyê be."

(cx)

ANHA


Mijarên Din