‘Aloziya Sûriyê bi tenê bi diyalogê çareser dibe’

Rayedarên Meclisa Sûriya Demokratîk diyar kir ku bêyî diyalogan çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e, her wiha bal kişand ser ku Tirkiye bi îdiaya "parastina sîronê xwe" hewldana dagirkirina xaka Sûriyê dike.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)duh bi şêniyên herêma Keramê û gundên bejahiya rojhilatê Reqayê re civiya. Civîn têkildarî geşedanên li herêmê û bi taybet dosya "parastina sînorê"bû.

Civîn li dibistana bakurê Keramê û bi beşdariya bi dehan şêniyên Keramê, gundên derdorê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Meslisa Sûriya Demokratîk û Meclisa Jinên Sûriyê hate birêvebirin.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ser Meclisa Sivîl a Reqayê hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî Ferhan Hec Îsa, li ser navê Meclisa Sûriyê Demokratîk Baran Mistefa û li ser navê Meclisa Jinên Sûriyê Koordînasyona giştî ya meclisê Lîna Berekat axivîn.

Axêveran tekez kir ku bêyî diyalogan ne pêkan e aloziya Sûriyê çareser bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pêvajoya deh salên derbasbûyî de hemû şoreşên li herêmê hatin lidarxistin, negihaştin armancên xwe, tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wateya şoreşê ya rasteqînî  derket holê, ev jî bi saya Rêveberiya Xweser, baweriya hemû pêkhateyan ku bi rastî jî siyaseteke pirrengî û azad heye, jin azad dibin û xwe bi rê ve dibin."

Têkildarî "parastina sînor"axêveran diyar kirin ku dewleta dagirker a Tirk li gorî berjewendiyên hewldana dagirkirina xaka Sûriyê dike, lê ji ber berxwedêrên li dijî vê siyasetê hene, ne pêkan e ku zêdegaviyan bi dest bixe. 

Axêveran tekez kir ku hêj bi navbeynkariya Koalîsyona Navdewletî diyalog di navbera QSD û Tirkiyê de bi awayekî neyekser têkildarî herêma ewle dewam dike.

Di axaftinan de hate gotin ku Tirkiye dixwaze herêmeke ewle li ser sînor bi kûrahiya 30 km çêke, lê ew destûrê nadin, wê kûrahiya herêma ewle tenê 5 km be û di bin sponseriya Koalîsyona Navneteweyî be.

Piştî bidawîkirina axaftinan rê li pêşiya pirs û bersivan hate vekirin. Pirsên şêniyan têkildarî geşedanên li herêmê, xurtkirina têkiliyên diplomatik ên derve û hundirîn û çareseriya aloziya Sûriyê de bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Meclisa Sûriya Demokraîk berî niha bi şêniyên Reqa û gundewarên wê re têkildarî heman rojevê civiyabû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din