12 sal piştî aloziya Sûriyeyê, hê jî krîzên siyasî, leşkerî, aborî û jiyanî li welat didomin û rêya çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin.
Gelek faktorên hundirîn û derve bûn sedema dirêjbûna aloziya heyî. Ji wan faktoran, girêdana bi çareyên zorê û zîhniyeta dûrxistina ji aliyê desthilata heyî ve, her wiha komên “opozîsyona Sûriyeyê” veguherîn komên ku bi fermana dewleta Tirk a dagirker tev digerin û di heman demê de di nava xwe de jî şer dikin.
Berdewamkirina tevliheviyê û şer li piraniya herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de anku herêmên ku qaşo “lihevhatin” lê çêkirin, xwepêşandanên li gelek deveran, di serî de Siwêda û Dera, binkeftina çareseriyên ku desthilata Şamê ferz kirine, nîşan dide. Şerê di navbera komên “opozîsyona Sûriyeyê” û rêgeha nêzîkbûnê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de jî, binkefina “opozîsyonê” îfade dike.
Lê ruxmî van aloziyan û binkeftinên di aloziya Sûriyeyê de, hin nîşaneyên hêviyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ruxmî hemleyên teşhîrkirinê yên li dijî wê jî, veguherî herêmeke ku sûriyeyî û ji welatên cîhanê kes berê xwe didinê. Ji lew re, her du aliyên şerê deshtilatê li Sûriyeyê dimeşînin, hewl didin vê rêveberiyê tune bikin.
Di vê rapora ji du beşan de em ê rêgeha aloziya Sûriyeyê ji 2011`an de heta niha bi bîr bixin.
DESTPÊKIRINA BÛYERAN
Bi destpêkirina “Bihara Ereban” re, sûriyeyiyan çavdêriya pêşketina bûyeran û şoreşgerên gel ên li Tunis û Misirê dikir. Piştre di 15`ê Adara 2011`an de ji Derayê dest bi xwepêşandanan kirin. Li Derayê, bi rêya zarokan dest bi nivîsandina gotinên dijberî hikumetê li ser dîwaran hat kirin. Hêzên ewlekariyê li hember vê yekê hêz bi kar anî. Bi vê yekê xwepêşandanên li dijî desthilata ku zêdetirî 40 salan li ser hikumê ye, dest pê kir. Lê piştre ew tevgera gel veguherî şerê navxweyî. Ruxmî ku ev şer ket sala xwe ya 13`emîn jî, lê hê jî dewam dike.
Xwepêşandanên ku dest pê kiribûn, berfirehtir bûn. Li Hums û gundewarên Şamê xwepêşandanên girseyî çêbûn, hêzên hikumeta Şamê li hember xwepêşandêran tundî bi kar anî. Di encamê de gelek qurbanî çêbûn. Piştî ku hêzên hikumeta Şamê ketin Humsê û gelek kesên din qetil kirin, tevgera li Sûriyeyê ket qonaxeke nû ya xwîndar.
TUNDÎ ZÊDETIR BÛ, ŞAMÊ BERÊ XWE DA ÇARESERIYA LEŞKERÎ LÊ BELÊ…
Di destpêka 2012`an de Komkara Erebî ji bo çareserkirina aloziyê destwerdan kir û însiyatîfek pêşkêş kir. Li gorî însiyatîfê; hikumetek nîştimanî were avakirin, Beşar Esed bi hevkariya vê hikumeta nû hemû mafên xwe bide cîgirê xwe. Lê belê Şamê ew yek red dike, pê re tundî zêdetir bû.
Di Adara heman sale de, hikumeta Şamê berê hêza xwe ya leşkerî da Şamê û êrişî taxa Baba Emro kir. Piştî şerekî dijwar ê nêzî 26 rojan dom kir, tax xist bin serweriya xwe. Fermandarê “Artêşa Azad a Sûriyeyê” Riyad Eseed jî ragihand ku piştî wêranî û qurbanî li taxê çêbûne leşkerên wan bi awayekî “taktîkî” xwe ji taxê vekişandine. Di Tîrmehê de, di aloziya Sûriyeyê de guhertinek din çêbû. Televîzyona hikumeta Şamê ragihand ku di teqîna li avahiya ewlekariya neteweyî ya Sûriyeyê ya li taxa Rewda ya Şamê de, wezîrê parastinê Dawûd Raciha û cîgirê wî Asif Şewket û alîkariyê cîgirê serokkomar Hesen Tirkmanî, hatine kuştin.
HATINA ÇETEYAN DI SÎNORÊN TIRKIYEYÊ RE ZÊDETIR BÛ
Li gel nedîtina çareseriyên siyasî û berdewamkirina şer di navbera aliyan de, piştevaniya derve bi taybetî ya dewleta Tirk ji komên çekdar re zêdetir bû. Her wiha hejmara komên çete û çeteyên biyanî yên ji welatên cuda hatine û bi rêya sînorên Tirkiyeyê ketine axa Sûriyeyê jî zêdetir bû.
Di Gulana heman salê de, hêzên hikumeta Şamê û endamên Hizbullahê piştî 18 rojan ji şerê dijwar bajarê El Qisêr ê stratejîk ê li gundewarên Humsê kontrol kir.
Meha Tebaxê yek ji mehên herî biêş ên aloziyê bû. 3 roj piştî ku şandeya çavdêrên navneteweyî gihîşt Şamê, ji ber êrişa bi gazên jehrî bi sedan şêniyên Xûta Şerqiyê ya Şamê jiyana xwe ji dest da.
Ruxmî ku komên çekdar li hember hêzên hikumeta Şamê bi pêş ketin û li gelek bajaran serwer bûn jî, lê Şamê stratejî û planên xwe guherandin û xwest dûrî şerê jihal xistinê bikeve. Bi wê yekê Şamê girîngî da bajarên girîng ên stratejîk ku navê “Sûriye El Mûfîde” lê hatibû kirin, lê belê ji ber piştevaniya Îranê û şandina komên şîe û di nav de Hizbullah a Lubnanê, her wiha ji ber zêdebûna komên çeteyan mîna Cebhet El Nusra û DAIŞ`ê, barê li ser tevgera li Sûriyeyê girantir bû, kaxiz tevlihev bûn û rewş şêlo bû.
Dewleta Tirk jî ji bo pêşwazîkirina çeteyên ji seranserê cîhanê balafirgehên xwe vekirin û derbasbûna wan ji Sûriyeyê re hêsantir kir. Her wiha sînorên xwe veguherandin dergehên ku tê re çek digihêjin çete û çeteyên li Sûriyeyê. Dewleta Tirk bi hemû rengan piştevaniya madî, manewî û tenduristî da wan çete û çeteyan. Îranê jî şîe kom kirin û ji bo ku li kêleka hêzên hikumeta Şam şer bikin, şandin Sûriyeyê.
ÊDÎ DAIŞ DERDIKEVE
Bi zêdebûna hejmara çekdarên biyanî yên ji seranserê cîhanê û bikaranîna taîfiyet û neteweperestiyê wek rêbazeke çekdarkirinê, çeteyên DAIŞ`ê di Havîna 2014`an de rûberên berfireh li Sûriye û Iraqê dagir kirin. DAIŞ`ê di destpêka Hezîranê de bajarê Mûsil ê Iraqê dagir kir, di heman mehê de Reqa ya Sûriyeyê jî dagir kir û wekî paytexta qaşo xîlafeta xwe îlan kir (29`ê Hezîranê).
DAIŞ`ê her wiha piraniya erdnîgariya parêzgeha Dêrazorê jî dagir kir, her wiha li Heleb, Idlib, Hema, gundewarên Şamê û hin herêmên din ên Sûriyeyê hebûna xwe xurt kir û bi wê yekê nîvê rûbera Sûriyeyê dagir kir.
HÊZÊN ŞAMÊ TÊK DIÇIN, RÛSYA DESTWERDANÊ DIKE
Di 2014`an de hêzên hikumeta Şamê têkçûyînek mezin jiyan kir, komên çekdar û bi taybet Cebheta El Nusra rûberên berfireh ji Heleb, Idlib, Hema, Dera, Hums, Qûneytîrayê dagir kirin, hêzên hikumeta Şamê tenê li bajarên sereke man.
Ji ber vê yekê -ruxmî pştevaniya Îranê- komên çekdar gihîştin nîvê Şamê û nêzî koşka komarê bûn. Ji lew re, Rûsyayê destwerdan kir û di Tebaxa 2015`an de bi Şamê re lihevkirinek îmze kir. Li gorî peymanê, hêzên leşkerî yên Rûsyayê dikarin baregeha Himêmîm her demê bêyî berdêl û heta demek ne diyar bi kar bînin. Ji Îlona 2015`an de Rûsyayê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê xurttir kir.
CIVAKA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ XWE BI RÊXISTIN DIKE
Hemwextî têkçûna hêzên hikumeta Şamê û vekişandina wan ji herêmên Sûriyeyê û hiştina gelê wan herêman bi tenê li hember rêxistinên mîna DAIŞ û Cebhet El Nusrayê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) milê xwe dan bin erka parastina her sê kantonên Rêveberiya Xweser ku di Çileya 2014`an li Rojava hatibûn îlankirin (Efrîn, Cizîrê, Kobanê).
Rêveberiya Xweser rêgeza neteweya demokratîk û biratiya gelan pêk tîne. Rêveberiyê hemû pêkhateyên herêmê anîn cem hev, aştiya navxweyî parast, saziyên xizmetê yên Sûriyeyê parastin û bi rêya saziyên sivîl yên li gorî aboriya civakî, ew sazî bi pêş xistin. Her wiha pêdiviiyên sereke yên welatiyan pêşwazî kir û bi rêya sîstema Hevserokatiyê rola jinan xurt kir.
Rêveberî her tim di nava hewldana pêşxistina saziyên xwe û sazûmaniya wan de ye. Ji bo herêmê hevpeymana civakî li gorî pêşketinên pêvajoyê, ji nû ve tê sazkirin. Lê belê Rêveberiya Xweser ji ber dorpêça “PDK, hikumeta Şamê, dewleta Tirk a dagirker” ên dijberî serkeftina vê tecrûbeyê, rastî astengiyan tê.
HÊZÊN AMERÎKAYÊ BI FERMÎ LI SÛRIYEYÊ NE
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê de, Amerîka li komên çekdar ên sûriyeyî geriya, hin komên çekdar hilbijartin. Di 4`ê Adarê de komek ji 50 çekdarên ji Lîwaya 51`an tevî çekên pêşketî di deriyê Bab Selamê yê li Ezazê gihîştin Sûriyeyê. Ew çekdar di çarçoveya plana Amerîkayê ya perwerdekirina komên “opozîsyona Sûriyeyê” de hatibûn perwerdekirin. Endamên vê komê piştî çend rojan hatin qetilkirin, hinek reviyan û hinekan jî tevî çekên xwe radestî DAIŞ`ê bûn.
Lê belê, lehengiya şervanên YPG/YPJ`ê di şerê li dijî DAIŞ`ê de bala rêveberiya Amerîkayê kişand. Piştî avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê (2014), hêzên Koalîsyonê neçar man ku desteka hewayî bibin şervanên YPG/YPJ û nexasim di şerê Kobanê de (Îlona 2014). Ev piştevanî piştî damezirandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û heta niha jî dewam dike.
QSDʹê gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin. Herêmên herî girîng ên ku hatin rizgarkirin, Minbic, Reqa û Dêrazor in. Bi rizgarkirinê re têkbirina xîlafeta DAIŞʹê hat ragihandin.
(cx)
ANHA