Aloziya Sûriyeyê dikeve sala 13`an; çareserî tune ye-2

Serwerî, nêzîkbûn û normalîzekirin

Di vê beşa rapora xwe ya bi boneya salvegera 12`emîn a destpêkirina aloziya Sûriyeyê de, em balê dikişînin ser serwerî, berjewendî û hewldanên xapînok ên dewletên destwerdana Sûriyeyê kirine, her wiha rêgehên nêzîkbûnê û vegerandina têkiliyên bi hikumeta Şamê re.

PIŞTÎ DIJBERTÎ Û QUTBÛNÊ TIRKIYE Û RÛSYA SÛRIYEYÊ DI NAVBERA XWE DE PARVE DIKIN

Bi têkbirina DAIŞ û avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, Tirkiye dev ji djibertiya xwe ya bi Rûsyayê berda. Ev dijbertî piştî ku artêşa Tirk balafireke şer a Rûsyayê ya Sukhoi-24 di 24ʹê Cotmeha 2015ʹan de xist, zêdetir bû. Pûtîn di wê demê de ragihand ku balafiran Rûsyayê 4 km dûrî sînorê Tirkiyeyê ket xwarê û xistina balafirê wekî "Derbeyek li piştê ya ji aliyê şirîkên terorê ve" bi nav kir.

Piştî qutbûnekê ku zêdetirî salekê dewam kir, hikumeta Şamê û alîgirên wê yan ku Rûsyayê Tirkiye sûcdar kir.  Serokkomarê Tirk ji ber xistina balafirê lêborîn xwest û xemgîniya xwe anî ziman. Pê re Erdogan xwe li aliyê Rûsyayê girt û xwest bi rêya wê çavnebariyên xwe li Sûriyeyê pêk bîne. Rûsyaya jî hewl da sûdê ji Tirkiye bigire ji bo destekdayînê bi komên girêdayî xwe ve qut bike, ji ber ku rawestandina destekdayînê dê bikare hikumeta Şamê bi hêz bike.

Di dawiya sala 2016ʹan de serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji Japonyayê ragihand ku bi serokkomarê Tirkiyeyê re li ser dan û standinên aştiyê li Sûriyeyê li hev kiriye. Her wiha got, wan li ser domandina dan û standinan li paytexta Kazaxistanê Astanayê li hev kirine.

Ji 23-24ʹê Çileya 2017ʹan heta 23ʹyê Mijdara 2022ʹyan 19 torên dan û standinan li Astanayê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de li dar ketin. Lê xwediyên aloziyê (Sûriye) di van dan û standinan de nehatin beşdarkirin. Armanc û encamên van dan û standinan eşkere bûn ew jî domandina lihevkirinên Rûsya-Tirkiye û dijbertiya projeya Rêveberiya Xweser bûn.

Dewleta Tirk sûd ji van lihevkirinan girt û Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, beşek ji gundewarên Idlib, Laziqiye û Helebê dagir kirin. Li beramberî wê Rûsya rê li ber hikumeta Şamê vekir ku herêmên berfireh vegerandin.

CIVÎN Û PLATFORMAN TIŞTEK JI SÛRIYAN RE PÊŞKÊŞ NEKIR

Bi mijara çareserkirina alozî û şerê li Sûriyeyê însiyatîfên navneteweyî hatin ragihandin. Lê hemûyan tu çareseriyeke siyasî bi xwe re neanîn. Berdewama aloziyê nîşan dide ku çawa hêzên navneteweyî bi aloziyê re didin û distînin.

Dan û standinên Cinêvê yên ku Kofî Annan, El Exder El Îbrahîmî û Stîvan de Mistura wek nûnerê Neteweyên Yekbûyî dev jî mîsyonê berdan û Geir Pedersen ê mîsyon wergirtiye, heta niha nikarîn tu encamên şênber pêk bînin. Tevî ku di her torekê de biryar dihatin girtin, lê biryar li ser erdê nedihatin pêkanîn.

Tora yekemîn a dan û standinên Cinêvê 30ʹyê Hezîrana 2012ʹan li ser banga nûnerên NYʹyê yê li Sûriyeyê Kofî Annan û koma xebatê ya ji bo Sûriyeyê dest pê kir. Lê ji ber gelek sedeman dan û standin bi ser neketin. Ji wan sedeman; nûnerên gelê Sûriyeyê nehatin vexwendin û nakokiyên aliyên têkildarî aloziyê li ser şîrovekirina bendên lihevkirinê.

Di 20ʹê Çileya 2018ʹan de, kongreya Soçî ya diyalogên sûrî li dar ket. Rojavayî û hejmarek partî û tevgerên siyasî yên aktîf ên li qada Sûriyeyê kongre boykot kirin. Tenê hejmarek nûnerên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hikumeta Şamê beşdar bûn.

Piştî zêdetirî sal û nîvekê ji şêwiran, bi taybetî di 23ʹyê Îlona 2019ʹan de, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres avakirina "Komîteya Destûra Bingehîn" ragihand û biryar da ku ev komîte di kongreya Soçî ya bi sponseriya Rûsya, Tirkiye û Îranê were avakirin. Pê re Cinêvê veguherî navenda lidarxistina civînên "Komîteya Destûrî".

3ʹyê Hezîrana 2022ʹyan, tora 8ʹan a dan û standinên "Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê" li Cinêvê, bê encam bi dawî bû.

TEVGERA LI BAŞÛR Û ÇAV LI SIWÊDAYÊ YE

Tevî ku hikumeta Şamê û Rûsyayê ragihandin ku li tevahî herêmên wan aramî serwer e, lê rewşa parêzgeha Siwêda ya li başûrê Sûriyeyê hinekî cuda bû. Ji salên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê ve û bi ragihandina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, xelkê Siwêdayê hewl da vê projeyê li herêma xwe pêk bînin. Xelkê Siwêdayê karibûn heta astekê rola hêzên hikumeta Şamê û desthilata wan sînordar bikin. Dîsa jî ciwanên parêzer leşkeriya neçarî ya li gel hikumeta Şamê red kir. Şêniyan hêzên xwecih, hin meclis û nivîsgehên siyasî ava kirin. Li ser vê yekê pevçûn di navbera xelkê Siwêda û hêzên hikumeta Şamê de derketin.

Di Tîrmeha 2018ʹan de çeteyên DAIŞʹê êrişeke dijwar birin ser Siwêdayê. Çeteyan 36 sivîl tevî jin û zarok revandin û zêdetirî 250 kes qetil kirin. Kesayet û hêzên siyasî yên Siwêdayê hikumeta Şamê bi vê êrişê sûcdar kir û destnîşan kir ku hikumeta Şamê çavên xwe karwanên çeteyan ên ji gundewarên Şamê hatine parêzgehê girtin. Her wiha axaftin derketin ku di navbera hikumeta Şamê û DAIŞʹê de bazarek hebû.

Ji wê demê ve car caran alozî û xwepêşandan li Siwêdayê çêdibin. Di 3ʹyê Sibata 2022ʹyan de li dijî nebaşbûna rewşa debarê careke din xwepêşandan li dar xistin. Di Tîrmehê de xwepêşandan veguherî pevçûnan. Di wê demê de koma xwecih a bi serokatiya Tevgera Rîcal El Kerama baregeha dawî ya di destê komên çekdar ên girêdayî îstîxbarata leşkerî ya bi serokatiya Racî Felhût kontrol kir. Di 4ʹê Kanûnê de careke din xwepêşandan li dijî hilweşîna rewşa debarê û aborî li Siwêdayê rabûn. Xwepêşandêran girtin ser avahiya parêzgeriyê ya naverasta bajar.

NÊZÎKBÛNA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Tevî dijbertiya bi salan a di navbera Şam û Enqereyê de û tevî ku dewleta Tirk hin deverên Sûriyeyê dagir kirine, lê ji bo lihevanîna her du aliyan hewldan dest pê kirin. Ev hewldan piştî civîna Tehranê ya 19ʹê Tîrmeha 2022ʹyan a di navbera nûnerên Astanayê de dest pê kirin. Di 6ʹê Tebaxê de serokên Rûsya û Tirkiyeyê li Moskov civiyan. Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku hempêşiyê wî yê Rûsyayê Pûtîn di civînê de çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi tevkariya hikumeta Şamê pêşniyar kir. Piştre wezîrên parastinê yên Tirkiye, Rûsya û Şamê li Moskov civiyan. Lê ev civîn heta niha şêwazeke siyasî negirtiye.

NÎŞANEYÊN NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN BI ŞAMÊ RE

Di salên dawîn ên aloziya Sûriyeyê de, Rûsya hewl da dûrketina dewletên Ereban ji hikumeta Şamê bi dawî bike û giranî da dewletên kendavê û Urdinê. Di encama van hewldanan de, peywendî di navbera Urdin û Şamê de û di navbera Îmarat û Şamê de çêbûn. Di 18ʹê Adara 2022ʹyan de Beşar El Esed serdana Îmaratê kir. Serdana Esed a ji bo Îmaratê, ji destpêka sala 2011ʹan ve ya yekemîn ji bo welatekî Ereb bû.

Piştî erdheja 6ʹê Sibata borî ve, piraniya dewletên Ereban peywendî bi hikumeta Şamê re pêk anîn û alîkariyên mirovî şandin. Dîsa jî El Esed cara yekemîn serdana Umanê kir. Ruxmî vê yekê hewldanên Rûsya û hikumeta Şamê yên vegerandina hikumetê li Komkara Erebî heta niha bi ser neketine.

ALOZIYA SIYASÎ Û ABORÎ ZÊDETIR DIBE

Tevî hewldanên Şamê yên ferzkirina serweriya xwe li ser herêmên Sûriye û vegerandina têkiliyan bi derve re, lê nikare azarê welatiyan ên ji ber rewşa debarê û aborî yên xirab sivik bike. Di destpêka Cotmeha 2022ʹyan de, nirxê lîreya Sûriyeyê hilweşiya û gihişt nêzî 5 hezarî. Piştre nirxê dolarekî 7 hezar lire derbas kir.

Hikumeta Şamê bi bilindkirina buhayê nan, sotemenî, xwarin, dermnan û madeyên din azarên welatiyan zêdetir kir. Li ser vê yekê li gelek bajarên di bin serweriya hikumeta Şamê de aloziyên sotemenî û nan û hwd derketin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din