'Aloziya Tiwêne bi zanebûn ji hêla simsaran ve pêk hat'

Komîteya Aborî û Şaredariyan a Kantona Hesekê da zanîn ku rûdanên li bajarokê Tiwêne y Hesekê bi zanebûn ji hêla simsaran ve pêk hatin û dê li gorî qanûnê xebat li ser wê pêk bên. Abdulxefûr  Oso jî got "Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî nivîsa jê re hatiye, tev digerin û tu têkiliya wan bi rûdanên pêk hatine, tune ye.”

Piştî komîteyên aborî û şaredariyan ji şêniyan daxwaz kir ku milkên giştî vegerînin, di rojên borî de li bajarokê Tiwêne ya 12 km li rojavayê navenda bajarê Hesekê xwepêşandan bi perspektîfên ji hêla hin kesên sûdewar an jî kesên bi navên simsarên aloziyan pêk hatin da ku gel li dijî rêveberiyê bi kar bînin.

Gelek ajansan li ser zimanê nûçegihanê kanala Rûdawê ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê agahdarî daye û piranî şêniyên li taxeke bajarê Hesekê ji malên wan derxistine da ku malên wan desteser bikin û herêmê veguherînin devereke leşkerî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyên li ser torên çapemeniyê yên der barê niyeta hêzên xwe yên serweriya li ser malan û avakirina leşkerî, derewand û bang li torên çapemeniyê kir li gorî exlaqên rojnamevanî û xebata pîşeyî tev bigerin.

Der barê mijarê de komîteyên aborî û şaredariyan ên kantona Hesekê daxuyaniyek di civîna rojnamevaniyê de ya li Navenda Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Dewlemendiya Sewalvaniyê ya bajarê Hesekê de li dar ketiye, weşand.

Hevserokê Komîteya Şaredarî û Hawîrdorê ya Kantona Hesekê Abdulxefûr Oso daxuyanî bi beşdariya hevseroka Komîteya Aboriyê ya Kantona Hesekê Leyla Sarûxan xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 2 rojên borî de li bajarokê Tiwêne xwepêşandan bi awayekî derqanûnî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Hinek aliyan gel bi rêya agahdarkirina agahiyên şaş ku ne li gorî rastiyê ne, sor kir. Ji lew re em dibînin ku li kantona Hesekê û bi navê Komîteya Aborî û Şaredariyan divê agahiyên durist ji gel re der barê pirsgirêkên li bajarokê Tiwêne de li ser kirîn û firotina malên giştî pêk hatine bên dayîn, çi erdên di hundirê plannameyê de dibin, çi jî derveyî plannameya rêxistinî.

Ji demekê ve hat piştrastkirin ku hin li rûbera bi 6 hezar û 500 donim ku milkên giştî, xebata firotin û kirînê li gorî kaxizên nefermî û sexte pêk hatin ku lê dikan û avahî tên avakirin. Her wiha kesên binpêkirin pêk aniye, ji dozgeriyên taybet re hatin rakirin.

Her wekî tê zanîn ku ji 2011’an ve û di encama şerê li Sûriyê de kaos û valahiyek li herêmê pêk hat û di heman demê de herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di vî şerî de ne. Her wiha di encama gelek rewşên koçberkirin û guhartina demografiyê de diviyabû ku fikirandin li ser çareseriyeke ku di hundirê welat de bimînin, hebûya. Her wiha em neçar in jî cih ji malbatên xizan re ku ji herêman koçber dibi, bibînin.

Li gorî bernameya lihevanînê dê pirsgirêka şêniyên ku ji 15 û 20 sal e li herêmê bi cih bûne, were çareserkirin.

Hin kes hene ku valahiya heyî derfet dît û ew jî simsarên milkên giştî ne, mezre û kargehên mezin ava kirin. Her wiha tê zanîn ku rewşên wan ên madî baş in û dê li gorî qanûnê xebat bi wan re pêk bên û encamên der barê xwepêşandanên li Tiwêneyê çêbûne, diyar dibe ku ew kesên ku gel li dijî Rêveberiya Xweser bi kar anîne.

Em careke din şêniyên bajarokê Tiwêne hişyar dikin ku nebin qurbaniyên van teşhîran, her wiha em wek Komîteya Aborî û Şaredariyan ên kantona Hesekê dê parastina milkên giştî ji destdirêjiyan bikin û dê bergiriyên guncaw li gorî qanûnê pêk bînin."

Têkildarî mijarê, ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi heverokê Komîteya Şaredarî û Hawîrdorê ya Kantona Hesekê Abdulxefûr Oso re pêk anî. Oso wiha daxuyand: "Pirsgirêkên li bajarokê Tiwêne bi sedema hin kesên destdirêjî li milkên giştî yên girêdayî çandiniyê û keviyên rê yên girêdayî şaredariyan kirine, pêk hatin."

Oso wiha bal kişand ser mijarê: "Bi rêya dozgeriya giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, da ku şênî destdirêjiyê li milkên giştî nekin, hatin hişyarkirin."

Abdulxefûr Oso diyar kir ku sorkirina şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser a ku parastina şêniyan dike û ximzetguzariyan ji wan re pêşkêş dike, ji aliyên biguman ve pêk hatin. Oso piştrast kir ku gotegotên der barê pêkanîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a neçarkirina şêniyên ya hiştina malên xwe, ne rast in û Hêzên Ewlekariyê li gorî nivîsa ji wan re ji hêla Komîteya Şaredarî û Aboriyê ya ku ji dozgeriyê re hatiye rakirin, tev gerîn. Bi wê re jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şênî der barê destdirêjiyê li milkên giştî yên li bajarokê Tiwêne nekin, hatin hişyarkirin.

Hevserokê Komîteya Şaredarî û Hawîrdorê ya kantona Hesekê Abdulxefûr Oso di dawiya axaftina xwe wiha anî ziman: "Dê komîteyeke şopandina kesên binpêkirin pêk anîne û şopandina rewşên wan û çareserkirinê rewşê bê avakirin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din