Aloziya Trafîkê ya li Reqayê, dê di zûtirîn dem de were çareserkirin

Li kolanên bajarê Reqayê ji ber kişkên li ser peyarêyan zehmetiya çûn û hatinê heye û di vê der barê de Şaredariya Gel a bajêr diyar kir ku di nava çend rojên pêş de dê vê pirsgirêkê çareser bike.

Dema ku mirov li kolên Reqayê dimeşe, çi bi meşê be çi jî bi erebeyan be zehmet e ku mirov cihekî di nava qerbalixê û erebeyan de peyda bike, nexsim li konên sereke û di demên zor de, sedema vê yekê jî ji ber qerbalixa trafîkê ye.  

Tevgera trafîkê ya çalak, nîşaneya geşkirin, hebûna aboriyeke baş û derfetên kar e, her ku tevgera trafîkê zêde dibe isbat dike ku hejmareke mezin ji kesan heye û kirîna kel û pelan jî zêde ye, êdî mirov digihêje wê baweriyê ku zêdebûna niştecihan, geşbûna aboriyê û pêşketinê ji sedemên sereke yên qerbalixa çûn û hatinê ye.

Li peyarêyên Reqayê kişkên firoşkaran zêde ye û ev yek jî dihêle liv û tevgera kesan a li ser peyarêyan dijwar be û ew jî neçar dimînin ku li naverasta rê bimeşin.

Pirsgirêk ne tenê di peyarêyan de ye, lê di qerbalixa erebeyên li kêleka rêyan û bêpabendiya bi rêgezên trafîkê de ye, di serê pêşîn de rêyên serêke yên li bajêr ku bi navê kolana Til Ebyedê tê naskirin.

Li gorî şertên trafîkê divê erebeyek li aliyê rastê yê rê bisekine, lê zêdetirî rêzekê ji erebeyan li ser her du aliyên rê heye.

Têkildarî vê aloziyê endamê rêveber ê Rêveberiya Zabîteya Giştî ya Şaredariya Gel a  Reqayê Abduselam Elî wiha got: "Têkildarî kişkên li ser peyarêyan, li bazarên gelerî û li kolanên Reqayê, niha şaredarî bazaran rêxistin dike û dê dûvre xebata kişkan jî rêxistin bike."

Abduselam Elî piştrast kir ku hemleyeke hevbeş di navbera rêveberiya trafîkê de heye da ku çûn û hatinê bi rêxistin bike û erebeyên li kêleka kolana Til Ebyed di hefteya bê de rake.

Elî diyar kir ku ji bo xwediyên kişkan ew nîqaşa peydakirina cihên bikirê dikin û ev jî dê li gorî ruxsetên ku ji şaredariyê derdikevin bi rê ve biçe, her wiha rêxistinkirina deveran jî dê li gorî rûbera ku her kirêçiyekî pêk were û bi şertê ku li gorî qûta kirêciyan be. Ev yek jî dê alîkariyê bi rêxistinkirina bazaran re bike yan jî dê zincîrên ji metrek heta metre û nîvekê li kêleka peyarêyan were danîn.

Elî destnîşan kir ku ev proje di nava plansaziya îsal de ye û di nava çend rojên pêş de were pêkanîn, di heman demê de pêşniyara projeya veguhastina kişkan li devereke ku nêzîkî navenda Çandê be hate kirin.

Hejmara kişkên ku navên xwe li şaredariyê tomar kirine derdora 500 kişk e û welatiyekî ji Reqayê ku kişkek vekiriye got ku tu karê din nake, jêdera debara wî ev kişk e û ji hilberîna wê 3 malbatan pê xwedî dike.

Xwediyên kişkan li bazarên gelêrî û deverên ku çûn û hatin lê zêde ye, kişkên xwe datînin, da ku kel û pelên xwe bifiroşin nexasim ku rewşa aborî zehmet e.

Têkildarî aloziya ku li kolanên bajêr rû dide endamê rêveber ê Rêveberiya Navenda Trafîkê ya Reqayê Enes Mihemed Elî axivî û bi lêv kir ku ji ber ajokar pabendiyê bi pîvanên trafîkê nakin û deverên ku hatine veqetandin bi kar nayin ev pirsgirêk derketiye holê. Ji bo erebayan geracek li nêzî sûka Hal a berê çêkirine.

Enes di dawiyê de da zanîn ku di pêşerojê de plansaziyeke wan bi Şaredariya Gel a Reqayê re heye ku ew jî tenê erebeyek li aliyê rastê bisekine û divê girîngiya sekinandinê ji erebeyên ambulansan re be, her wiha demek ji erebeyên kel û pelan re yên li pêşiya dikanan disekinin were diyarkirin û ew jî bi sedema daxistina kel û pelan be yan jî bi armanca veguhastina wan be.

(eh)

ANHA


Mijarên Din