Aloziyeke nû di navbera Washington û Enqereyê de

Li gorî Reutersê, Tirkiyê xebatkarekî din û hevjîn û keça wî di Konsolosxaneya DYA’yê de bi îdiaya ku tev li komên terorê bûne, tawanbar kirin. Bi vê yekê dibe ku têkiliyên di navbera Enqere û Washingtonê de aloztir bibin.

Hikumeta AKP`ê karmendekî ewlekariyê yê Konsolosxaneya DYA’yê li Stenbolê Nazmî Mete Canturk, hevjîna wî û keça wî bi hevkariya bi Fatullah Gulen re tawanbar kirin.

Di lîsteya tawanbariyê de ku di 8`ê Adarê de bi dawî bû, lê nehat ragihandin, dozgeriya Tirkiyê daxwaza girtina her sê kesan dike.

Der barê mijarê de, berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê got  Washingtonê tu belge der barê Canturk de ku bi çalakiyên neqanûnî rabûye, nedîtine. Her wiha ew 30 sal e hevkariya wî bi kesên di hikumet û ewlehiya Tirkiyê de bi awayekî normal heye û banga çareseriyeke rast û zelal ji doza wî re kir.

Lîsteya tawanbariyê û raporek li ser tedbîran di Reutersê de derket, tê de polîsên Stenbolê di Çileya 2018’an de Canturk lêpirsîn kir û ew xistin bin çavdêriya di malê de.

Beriya niha 2 karmendên Tirkiyê ku di konsolosxaneyê de kar dikir, di 2017`an de bi tawana teror û ajantiyê hatin girtin.

(jo)


Mijarên Din