Amadekariyê Rêveberiya Xweser beriya mewsim

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo wergirtina hilberînên genim û ceh 15 navend  hazir kirine. Her wiha şertên wergirtina hilberînê ji cotkaran re diyar kirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergertina hilberînê genim ji cotkaran rêgez girtine. Her wiha hemû pêwîstiyên wergertinê û girtekên destpêkê mîna peydakirina sotemenî ji patozan re, vekirina navendên wergirtinê û peydakirina kehrebeyê ji navendan re anîne cih.

Da ku xwediyên patozan keda cotkaran nexwin, buhaya çinînê bi rêjeya ji sedî 4 ji hilberîna bejî û sedî 5 ji avî re li tevahiya komîteyên desteyê yên 7 rêveberiyan hate diyarkirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê beriya mewsima çinînê bi desteyên şaredariyan û komîteyên çandiniyê yên 7 rêveberiyan re civiyan û nirxên barkirin, danîn û veguhestinê diyar kirin û di navbera tevahiya rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin yek.

Desteyê, şertên wergirtina hilberîna genim ji cotkaran diyar kirin. Li gorî wê divê miqdara hilberînê li gorî pîvanên Desteya Aborî û Çandiniyê be. Desteyê dê hilberîna ceh di turbeyên guncaw de werbiger da ku telef nebe.

Ji amadekariyên ku desteyên girtine, divê alavên agirkujiyê li gel xwediyên patozan hebin da ku ji rewşên şewatê re amade bin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo destnîşan kir ku zêdetirî 15 navend ji bo wergirtina hilberînê ku têra zêdetirî 700 hezar ton hazir in.

Barûdo diyar kir ku xebatên wan ji bo zêdekirina navendan berdewam in ji ber ku texmîn dikin ku hilberîna îsal gelek pir e.

Barûdo wiha got: "Tê texmînkirin ku miqdarên hilberîna genim ku bighêjin navendên wergirtinê milyon û sed hezar ton derbas bike. Ji bo ceh jî milyone û nîv ton be. Em teqez dikin ku em amade ne hilberînê ji cotkaran werbigirin da ku cotkar ji aliyê bazirgan û sûka reş ve neyên bikaranîn."

Desteya Aborî û Çandiniyê di demek berê de ji ajansa me re gotibû ku ew wergirtina miqdarek diyar ji hilberîna ceh dinirxîne.

Lê deste piştî bidawîbûna nirxandinê, niha dibêje dê hilberîna genim û ceh ji cotkaran werbigire. Tê payîn ku di du rojên pêşiya me de buhaya kirînê diyar bibe.

Rêveberiya Xweser ji bo kirîna hilberîna genim ji cotkaran îsal 200 milyon dolar veqetandiye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din