Amadekariya lidarxistina kongreya hêzên opozîsyona nîştimanî ya demokratîk a Sûriyê

Mecdolîn Hesen diyar kir ku blokên siyasî û hêzên opozîsyona derve hin pêşniyar û nêrîn têkildarî belgeya ku ji komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya 3’yemîn derketine, pêşkêş kirin û tekez kir ku belge dê pêngaveke ber bi çareseriya siyasî ve di navbera tevahî sûriyan de ava bike.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) çalakî, xebat û werşeyên xebatê da ku modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya lidarxistina civînên li derve û hundir bi hedefa çareseriya aloziya Sûriyê şîrove bike, didomîne.

Di werşeya diyalogê ya ku 2 rojan bê navber li Viyanayê li dar ketiye, 25 kesayetên ji blokên siyasî û opozîsyona Sûriyê beşdar bûn.

Cîgira hevserokatiya MSD’ê Mecdolîn Hesen ku beşdarî werşeya diyalogê bû, tekez kir ku wan gelek doz û proje, di serî modela Rêveberiya Xweser, nexşerêya çareseriya krîza Sûriyê û amadekirina lidarxistina kongreya berfireh a hêzên opozîsyona nîştimanî ya demokratîk a Sûriyê pêşkêş kirin.

Der barê nêrîn û nîqaşên beşdarên werşeya xebatê ya li Viyanayê li ser modela Rêveberiya Xweser de, Mecdolîn Hesen diyar kir ku nêrîn êrênî bûn û bi giştî li ser çawaniya pêkanîna Rêveberiya Xweser a parastina ewlehî û aramiya herêmê, rola sereke ya tunekirina terorîzmê ya bi nûnertiya çeteyên DAIŞ’ê û parastina mirovan, milkiyetên giştî û taybet bûn û wiha anî ziman: "Hin rexne der heqê çawaniya mekanîzmaya birêxistinkirina rêveberiyê û rêbazên birêvebirina hin saziyan de hebûn."

Mecdolîn Hesen bal kişand ser ku blokên siyasî û opozîsyona ji opozîsyona Sûriyê yên ku beşdarî werşeya diyalogê bûne, tekez kir ku MSD’ê hin guhartinên demokratîk li Sûriyê pêk anîn. Mecdolîn Hesen got beşdaran tekez kir ku li gel MSD’ê projeyek heye û li ser erdê pêk tîne û li rexê jî hêzên leşkerî, derhatinên darayî hene û tevahî etnîk û pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dorê dicivin.

Mecdolîn Hesen wiha axivî: "Tevahî beşdaran da zanîn ku MSD’ê projeya yekane li ser xaka Sûriyê heye ku dikare piştevaniya hemû aliyên siyasî yên opozîsyona Sûriyê bike ku dê ber bi çareseriya aloziya siyasî ya Sûriyê biçe."

Mecdolîn Hesen îşaret pê kir ku nêrîn û pêşniyarên dewlemend ên ku beşdaran pêşkêş kirin, dê belgeya ku ji MSD’ê û hêzên opozîsyona siyasî ya hundirîn a di Adara borî de derketiye dewlemendtir bike û wiha axivî: "Der heqê nîqaşa nexşerê, çawaniya guhartina ber bi demokratîkbûnê ve û gihandina çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê de, beşdaran gelek nêrîn, pêşniyar, têbînî û ji wê jî zêdetir derketina belgeya ku ji MSD’ê di civîna hêzên opozîsyona Sûriyê ya hundir a ku li kantona Kobanê di Adara borî de pêk hatiye, pêşkêş kirin."

MSD’ê di 27’ê Adarê de komxebata Sûrî-Sûrî ya 3’yemîn li Kobanê li dar xist û bi belgeyekê ku tê de gelek bendên çareseriya aloziya Sûriyê û di serî de Sûriya dewletî ya ku tê de piralî, pirrengiyên neteweyî û olî hebûn, bi encam bû. Olê ji dewletê qut dike û parastina nenavendîbûnê ji xwe re bingeh digire û ev nenavendîbûn jî nimûneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

‘Lidarxistina kongreyê pêngaveke ber bi hevkariya siyasî ve ye’

Têkildarî lidarxistina kongreya nîştimanî ya berfireh a hêzên opozîsyonê Mecdolîn Hesen diyar kir ku beşdaran li ser pêwîstiya lidarxistinê, armancên wê, cih û dem, kesayet û hêzên ku beşdar bibin, bernameya xebatê bêyî axaftina li ser hûrgiliyan tekez kir û wiha bi dawî kir: "Hate diyarkirin ku tevahî hêzên siyasî yên demokratîk ên opozîsyonê bêyî nûnertiya siyasî ya rastîn di diyalogên niha de ne. Ev kongre jî dê ber bi dîtina forma nûnertiya hêzên siyasî yên demokratîk ve di rêveçûnên diyalogên xebatên pêşerojê de biçe. Hinan jî ev însiyatîf wek pêngaveke yekemîn a dîtina hevkariya siyasî ya rastîn di navbera tevahî sûriyan de bi nav kir.”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji aliyên çalak li ser erdnîgariya Sûriyê ye û nûnertiya piranî pêkhate, kêmneteweyên etnîk û mezhebî dike. MSD di qonaxeke hesas a aloziya Sûriyê de di 9’ê Kanûna 2015’an hate damezirandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din