Amadekariya vekirina komeleyeke astengdaran li herêma Cizîrê tê kirin

Komeke astengdar bi armanca ketina nav civakê û derbaskirina astengiyên li pêşiya xwe, amadekariya vekirina komeleyekê li ser asta herêma Cizîrê dikin.

Di her civakekê de beşek ji kesan heye ku bi beden, hiş û hestan ji kesên dîtir cuda ne. Çi cudahiyên ji ber nexweşiyên mejî û bedenî an jî yên demdemî be di encamê de di gelek aliyên jiyanê de asteng dibin û nikarin bi awayên asayî pêdiviyên xwe peyda bikin û fêr bibin. ji ber wê jî pêdiviyên wan ji yên dîtir di civakê de cuda ne.

Pêwîstiya vê beşa ji civakê bi piştgirî û alîkariyeke tenduristî û derûnî heye da ku careke din bikevin nav civakê, çi bi rêya peydakirina derferên kar ji wan re, çi jî bi rêya parastina wan ji zehmetiyên civakî yên li pêşiyên wan be.

Pirî caran kesên astengdar rastî tundiyê tên, nexasim di aliyê bêparhiştina wan ji xizmetguzariyên serek û xizmetên civakî bi giştî de.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi hemû saziyên xwe yên xizmetguzarî, tenduristî û civakî alîkariya kesên astengdar bike, da ku ji nû ve bikevin nav civakê û derfetên kar di nav hemû saziyan de ji wan re peyda bibin.

KOMELEYA YEKEMÎN A ASTENGDARAN

Komeke ku ji bêhtirî 22 kesên astengdar (jin û mêr) pêk tê, amadekariya vekirina komeleya xwe ya yekemîn li ser asta herêma Cizîrê dikin. Bi vê yekê teqez dikin ku ew ê zehmetiyên li pêşiya xwe derbas bikin û armancên xwe yên avakirina civakê û pêşxistina wê pêk bînin.

Der barê armancên komeleyê de, rêvebera kemeleya astengdaran Hena Ehmed diyar kir ku armanca komeleyê ew e ku kesên astengdar bikevin nav civakê, bi rêya sazkirina zagonên taybet ji wan re mafên wan misoger bikin û di stendina biryarên der barê civakê de rolekê bilîzin.

AMADEKARÎ

Der barê amadekariyên vekirina komeleyê de, Hena Ehmed wiha axivî:  “Bi rêya malperên Internetê me xwe perwerde kir û me mafên xwe nas kirin û me nas kir çawa em bikevin nav civakê, her wiha me têkilî bi gelek aliyên çapemenî û saziyên herêmê re danîn da ku zehmetiyên li pêşiya me derbas bikin.”

Hena Ehmed wiha zêde kir: “Destpêkê me gelek xal nîqaş kirin, niha jî em ji bo bidestxistina belgeyên fermî yên komeleyê wekî rêziknameyê dixebitin. Her wiha em ê ekîba komeleyê jî perwerde bikin. Em niha bêhtirî 22 kes ji seranserî herêma Cizîrê ne ku di aliyê dîtin û bedenê de astengdar in. Piştî bidawîkirina amadekariyê dê komele bi fermî were vekirin.”

 

ZEHMETÎ

Hena Ehmed destnîşan kir ku astengdêr gelek zehmetiyan dikişînin, mînak, kolan û peyar ji bo çûn û hatina wan nehatine amadekirin, her wiha di aliyê qanûnî û civakî de jî ew pirî caran ji mafên xwe bêpar dimînin, ku gelek ji wan nikarin karekî ji xwe re bibînin.

CIHÊ ASTENGDARAN DI RÊVEBERIYA XWESER DE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide derfetên kar ji astengdaran re peyda bike, wan pêş bixe û beşdarî rêvebirina civakê bike. Gelek ji wan di saziyan de kar dikin.

Hena Ehmed diyar kir ku astengdar xwedî behre û pêkaniyên mezin in, lê ew hewcedarên alîkarî û derfetan in û got: “Ji ber şerê li herêmê rû da, nexasim piştî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, rêjeya paşguhkirina astengdaran di civakê de pir zêde ye.”

Der barê rola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê de, Hena Ehmed got: “Dema me serdana saziyên Rêveberiya Xweser kir û belgeyên xwe yên fermî pêşkêş kirin, rêveberiyê diyar kir ku ew amade ye alîkariya me bike û em gelekî teşwîq kirin ku vê komeleyê vekin."

ARMANCÊN KOMELEYÊ Û FÊDEYÊN WÊ

Hena Ehmed destnîşan kir ku endamên komeleyê dê bibin aştîxwaz da ku hevgirtina civakî pêş bixin.

Di dawiya axaftina xwe de, Hena Ehmed bang li aliyên têkildar kir ku alîkariya kesên astengdar bikin û got: "Astengdaran di civakê de xwedî maf in. Divê derfetên kar ji wan re werin peydakirin û tev li civakê werin kirin.ʹʹ

(mh)

ANHA


Mijarên Din