Amadekariyên artêşa Misirê, nameyên eşkere ji Tirkiyê re ne

Pisporên leşkerî texmîn dikin ku amadekariyên leşkerî yên mezin ên artêşa Misirê yên nêzî sînorê bi Lîbyayê re nameya eşkere ji Enqerayê re ye.

Rojnameya Ereb News a Erebistana Siûdiyê diyar kir ku yekîneyên herêma rojava ya li Misirê, tevî hêzên çekdar, hêzên taybet, tîmên hewayî û tîmên deryayî perwerdeya leşkerî dîtin.

Hêzên bejahî, oparasyonên bejahî û deryayî li herêmên peravê yên herêma rojava ya nêzî sînorê bi Lîbyayê re perwerdeyên derbeyên stratejîk pêk anîn. Hin perwerdeyên dîtir li ser gefên çete yan jî komên terorîst bûn.

Bi rêya perwerdeyên ku çend rojan dewam kir, amadekariyên parastina asîmanî û topban hatin kirin.

Pisporekî Karûbarên Afrîkya û Ewlekariya Neteweyî Mihemed Abdulwahid da zanîn ku amadekariya "Hesim 2020" gelek nameyan vedihewîne, isbata hundirîn û derve ya biryayên li Lîbyayê dike, her wiha bersiva ji hin aliyên herêmê re ye.

Mihemed Abdulwahid bi lêv kir ku amadekarî bersiva her kesekî ku texmîn dike ku ew dikare gefan li ewlehiya neteweyî ya Misirê bixwe û şer biafirîne.

Li gorî daxuyaniya artêşê, wezîrê Parastinê yê Misirê Mihemed Zekî beşdarî qonaxa sereke ya perwerdeyan bû.

(eh)


Mijarên Din