Amadekariyên cejnê dest pê kir… kel û pel biha ne

Amadekariyên cejna Remezanê di nav sûkên Kobanê de diyar dibe. Lê ev amadekarî ne wekî salên berê ne. Daketina nirxê lîreyê Sûriyê û bihabûna kel û pelan, bi awayekî neyînî bandor li amadekariyên şêniyan ên ji bo cejnê kir.

Li Sûriyê cejna Remezanê di nava atmosfereke zehmet de tê pêşwazîkirin. Li gel aloziya siyasî û leşkerî, aloziya aborî û pirsgirêka bihabûna nirxên kel û pelan derketiye ku nirxên lîreyên Sûriyê gelekî daketiye û bandoreke neyinî li şêniyan kiriye.

Li bajarê Kobanê yê bakurê Sûriyê bandora bihabûna kel û pelan di nav sûkan de li amadekariyên pêşwazîkirina cejnê xuya dibe. Tevger ne mîna salên berê ye. Li cem gelek şêniyan hêza kirîna pêwîstiyên cejnê kêm bûye.

Xwediyê firneya çêkirina şêraniyan Mihemed Hesen Reşo dibêje: "Li gorî sala borî rewşa îsal bi temamî cuda ye. Ji ber bihabûnê û bêkariyê azarên şêniyan zêde bûn û êdî nikarin pêdiviyên cejnê bikirin."

Şêniyê bi navê Yasir Hisên Beko jî destnîşan kir ku belavbûna Koronvîrusê li cîhanê bi awayekî neyînî bandor li rewşa jiyanî kir û got: "Piraniya şênî nikarin amadekariyên cejnê bikin. Rewşa jiyanî gelek dijwar bûye. Buhayên kel û pelan bûne du qat."

Sûkên bajêr bi şekir û pêdiviyên cejnê tijî bûne. Lê ruxmî ku daxwaza li ser ne kêm e, lê tevgera niha di nav sûkan de ne mîna salên berê ye. Buhabûn barên şêniyan giran kirin. Heta tevgera kirîna cilan jî bi awayekî balkêş paşde çû.

Şêniyê bi navê Mistefa Mixtar xwediyê dikana firotina caw got: "Firotin pir kêm bûye, ji ber ku şênî ji ber daketina nirxê lîre li beramberî dolar, nikarin caw bikirin."

Mixtar destnîşan kir ku hinek muşterî zêrên xwe difiroşin ji bo ku cilan bikirin.

Şêniya bi navê Sadîqa Oso got: "Cejn ji bo kesên xizan tenê wek gotin maye. Gel êdî bûye qurbaniya nakokî û siyasetên berpirsên Sûriyê. Nakokiyên wan Sûriye û aboriya wê wêran kirin."

Her wiha Sadîqa destnîşan kir ku baweriya wê bi Rêveberiya Xweser û hewldana wê ji bo çareserkirina vê aloziyê heye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din