Amadekariyên cejna Remezanê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên cejna Remezanê dikin li gel ewlehiya serwer piştî ku QSD`ê tevahiya herêmê ji DAIŞ`ê rizgar kir.

Sûkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Remezanê gelekî qerebalix bûne. Şênî amadekariyên cejnê ji cil û bergan û pêwîstiyên din dikin û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bendên kontrolê bi armanca parastina wê zêde kirine.

HELEB

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tevî topbaranên rojane li ser bajarê Helebê, amadekariyên pêşwazîkirina cejna Remezanê dikin.  Jinên taxê hefteyek e şîraniyan amade dikin û malên xwe paqij dikin da ku bi şêwazekî herî xweşik mêvanên xwe pêşwazî bikin. Her wiha berê xwe didin sûkan da ku tevahiya pêwîstiyên cejnê yên endamên malbatê bikirin.

Sûkên taxê di van rojan de bi awayekî mezin piştî fitarê qerebalix dibin. Tevgera jinan di nav sûkan de balkêş e. Jin hewl didin pêdiviyên malbata xwe ji kirîna cilên zarokan bigire heya kirîna şekirên mêvandariyê, sebze, goşt û amadekirina xwarinan ji her sê rojên cejnê re dabîn bikin.

Her malbatek li bajêr hewl dide şîraniya cejnê li mal amade bike, da ku roja cejnê pê mêvanên xwe pêşwazî bikin. Ji şîraniyên herî navdar ku jin di mal de çêdikin şîraniyên ku ji xurme û gûz çêdibin mîna berazî, xireybe û meimûl in.

Jina bi navê Zêneb Elî dibêje her sal ew û cîranên xwe bi hev re şîraniyên cejnê amade dikin û kêmasiyên hev temam dikin. Zêneb got: "Karê hevkar di cejnê de ronakiyekê di rûyê her malbatekê de çêdike."

QAMIŞLO

Bajarên li Sûriyê yên herî ewle bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne anku bajarên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de ne. Li rexma hewldanên tevlihevî û fitneyên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker jî hêzên parastinê dikarin bajarên xwe biparêzin û aramiyê lê peyda bikin. Ji ber vê yekê jî bi deh hezaran şêniyên bajarên wekî Hema, Humis, Cerablus, Idlib û her wekî din berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lewma jî serjimara bajar û navçeyên herêmê du qatî bi qasî şêniyên resen bûye. Yek ji van bajaran jî bajarê Qamişlo ye.

Sûkên bajarê Qamişlo bi nêzîkbûna cejna Remezanê re gelekî qerebalix bûne. Dema mirov di nava sûka Qamişlo re derbas dibe, ji ber qerebalixê mirov nikare bimeşe. Bi taybet bi nêzîkbûna cejna Remezanê re. Hemû dikan vekirî ne. Sûk bi şekir û cilên zarokan xemiliye. Zarok bi dayik û bavên xwe re cilan diecibînin û şekirên rengîn dixwazin. Li her kolaneke sûkê 2 yan jî 3 endamên Asayîşê bi cih bûne û ji bo parastina ewlehiya gel nobetê digirin.

Endamên Asayîşê diyar kir ku ew 24 seatan li kolanên sûkê ne. Sûk seat di 06.00’an de vedibe heta saet 12’ê şevê vekirî ye. Piştî ku dikandar dikanên xwe digirin jî endamên Asayîşê di nava sûkê de dimînin û dewriyeyan digerînin. Hêzên Asayîşê ne tenê ji bo rojên cejnan, her tim 24 seatan kar dikin. Tenê rojên cejnan hejmara endamên xwe zêdetir dikin.

Ev aramî û parastin dilê gelê Qamişlo rihet dike û ew bi aramî li kolanên xwe digerin. Gel hestên xwe ji ajansa me re rave kirin.

Xwediyê dikana şekir Seed Xelîl diyar kir ku bajarê wan aram e û wiha got: “Em seet 6’an tên bazarê heta seat 12’ê şevê. Em bi silametî tên û bi silametî diçin. Dema em îro li bajarên din dinêrin bajar ne ewle ne, her roj teqîn û şer heye. Lê bi saya hevalên ku karê parastinê dikin, bajarê me ewle ye. Niha li her kolaneke sûkê 2-3 endamên Asayîşê hene ku parastina vî gelî dikin. Em spasiya hêzên Asayîş û yên parastinê dikin.”

Welatiyê bi navê Aladdîn Gêret ku ji pêkhateya Ereb e jî got: “Îsal ji hemû salên din ewletir e. Kar heye, tevgerek zêde di nava sûkê de heye. Morala gel pir bilind e.”

HERÊMA FIRATÊ

Bi rashatina cejna Remezanê re Hêzên Ewlehiya Hundirîn (asayîş) a herêma Firatê (kantonên Kobanê û Girê Spî) ji bo ewlehiya şêniyên herêmê di her sê rojên cejnê de asta hişyariyê zêde kiriye.

Hêzê tedbîrên ewlehiyê û nuqteyên kontrolê li bajar û gundên herêmê beriya yekemîn rojên cejnê zêde kirin.أ

Her wiha hêzê çûn û hatina motorsîklêtan di nav bajêr de heya bidawîbûna cejnê tevî kemûyan qedexe kir.

Hêzê bi wê tenê nekir lê belê saetên nobetdariya bendên kontrolê du qat kirin yanî li şûna 8 saetan endamên hêzê dê 24 saetan amade bin.

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a herêma Firatê Evîn Misî tekez dike ku ew hewl didin ewlehiya herêmê û şêniyan di rojên cejnê de ji her xetereyeke dibe ku rû bide biparêzin. Evîn dibêje ku bi wê armancê saetên nobetdariyê heya 24 saetan dirêj kirine.

Di dawiyê de Evîn Misî bang li şêniyan kir ku bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn re hevkar bin û tedbîrên girtine pêk bînin.

MINBIC

Mîna bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûkên bajarê Minbicê di dawiya meha Remezanê de bi nêzîkbûna cejna Remezanê re bi şêniyan qerebalix bûne.

Sûkên bajêr bi kevneşopên xwe yên cejna Remezanê navdar in. Zarok heya temenmezin jî bi cil û bergên nû cejnê pêşwazî dikin. Sûkên bajêr bi şêniyên ku amadekariyên cejnê dikin ji cil, şekir û şîranî qerebalix bûne.

Ji kevneşopên Minbicê; belavkirina şekirê rengîn li zarokan ji roja yekemîn a cejnê heta roja dawiyê ye. Ji ber wê bi awayekî balkêş şekir di nav sûkan de belav dibin.

Li gel tedbîrên Hêzên Ewlehiyê sûkên bajêr bi şev û roj qerebalix in û xwediyên dikanan heya saetên derengiya şevê dixebitin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din