Amadekariyên vekirina kampa koçberên Idlibê berdewam in

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihmed Xêr Şêxo got: “Deriyên Rêveberiya Xweser li ber şêniyên Idlibê vekirine û amadekariyên vekirina kampeke taybet ji bo wan tê kirin.”

Şêxo ji ajansa me re ragihand ku şêniyên Idlibê ji ber şer bi koçberiyê re rû bi rû ne, lewma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê îşaret bi pêşwaziya  şêniyên Idlibê yên ku ji ber şer koçber bûne, kir.

Şêxo got: “Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê yekser dest bi çêkirina kampeke taybet ji koçberên Idlibê kir. Kamp dikeve gundê Cedîdet El- Himir a 26 km dikeve başûrê bajarê Minbicê. Kar û xebata temamkirina kampê berdewam dikin. Ji ber rewşa bahewayê ya du rojên dawî ya sar û berfê em ji bo vekirina kampa taybet ji şêniyên Idlibê re, kar û xebatê dikin. Niha wekî rewşeke awarte 300 kon  dê werin danîn, ferehiya zemîna kampê têra hezar û 500 konî dike. Hejmara koçberên ji Idlibê li Minbicê tenê zêdetirî 135 malbat e. Hin ji wan li kampa Resem El-Xeder Xidir in û hin li bajarokê Erîma ne. Hejmara malbatên koçber zêde bibe.” 

Şêxo anî ziman ku deriyên wan ji bo koçberên Idlibê yên ku ji ber şerê li herêmê reviyane vekirî ye û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk şaxê Minbic û gundewarên wê bi tena xwe li Minbicê kamp ji koçberan re vedike. Mihemd îşaret bi paşguhkirina rêxistinên mirovî û aliyên navdewletî ji rewşa koçberan re kir.

Mihmed bang li rêxistinên cîhanî û mirovî kir ku alîkariya koçberên ji Idlibê bikin.

Rewşa bahewayî vekirina kampa Cedîdet El-Himir li gorî hatiye plankirin asteng dike, xebatên amadekirinê bi awayekî asayî di demeke nêz de dê dewam bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din