Ambargo jiyan di her warî de tevizand

Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şêxmeqûsd û Eşrefiyê dewam dike. Ji bilî qutbûna mazotê ku ziyan gihand gelek qadan, tunebûna alavên pêwîst astengiyeke jî mezin çêdike.

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xebatên gelek beşên Şaredariya Gel asteng bûn.

Ji bilî qutbûna mazotê ku ziyaneke mezin gihand qada xizmetguzariyê, qedexeya derbasbûna parçeyên alavan, astengiyeke mezin çêkir.

Endamê rêveber ê Beşa Çeksaziyê ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mistefa Şahîn li ser mijarê got, ji ber dorpêça hikumeta Şamê zehmetiyên mezin dikişînin.

Şahîn li ser sedema sekinandina xebatên xizmetguzarî yên şaredariyê got ji ber ku gelek alav sekinîne û pêdiviya wan guhartina parçeyan heye xebat hate sekinandin.

Şahîn wiha domand: "Ji dema dorpêç giran bûye ve em li hember gelek zehmetî û pirsgirêkan in. Zirar bi saktora xizmetguzariyê de çêbû, ji ber ku ev alav kevin in û pêdiviya wan bi guhartina parçeyan heye, lê hikumet nahêle alav derbasî taxan bibin."

Mistefa Şahîn di dawiyê de got ji ber nebûna mazotê û xerabûna alavan gelek projeyên şaredariyê li gorî hatibû plankirin pêk nehatin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din