Ambargoya li ser Şehbayê didome, yê sûdê jê digire dewleta Tirk e

Rejîma Sûriyê ambargoyeke giran li ser kantona Şehbayê pêk tîne. Her wiha bacên zêde li ser derbasbûna berhemên xwarin, tibî û sotemeniyê yên ji kantonê re ferz dike ku bi deh hezaran şêniyên kantona Efrînê lê bi cih bûne.

Li rex ferzkirina bac û xeraca zêde li ser pêdiviyên rojane, rejîm qedexe dike ku nexweş û birîndar ji Şehbayê derbasî Helebê bibin. Ev yek jî bû sedema mirina bi dehan şêniyên herêma Efrînê. Nexasim ku li Nexweşxaneya Avrînê alavên bijîşkî yên tedawîkirinê kêm in.

Di vî warî de endamê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Ehmed Silêman, ji ajansa ANHA‘yê re tekez kir ku siyaseta ku rejîma Sûriyê bi kar tîne, dikeve bin berjewendiya dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê.

Rejîm nahêle alîkarî derbasî kantona Şehbayê bibe

Li gorî Ehmed Silêman daxuyand, rejîma Sûriyê ji bo ku alîkariyên mirovî yên mîna ard û sotemenî derbasî kantonê bibin, bacên giran ferz dike, bac digihîje 7 milyon lîreyên Sûriyê ji her konvoyeke barkirî. Ji xeynî wê jî made, di bin tava rojê de bi saetên dirêj dimînin û xirab dibin.

Rê ji nexweşan re jî girtî ye

Silêman bal kişand ser ku rejîma Sûriyê heta nahêle bijîşkên pispor ji Helebê derbasî Şehbayê bibin da ku nexweşan derman bikin. Di heman demê de nahêle nexweş û birîndar ji kantona Şehbayê biçin Helebê da ku tedawî bibin û ev yek bû sedema mirina bi dehan şêniyên Efrînê.

Her wisa jî rejîm, astengiyan li pêş derbasbûna erebeyên ku derman ji bo kantona Şehbayê bar kirine, çêdike.

Siyaseta rejîmê dikeve xizmeta Tirkiyê

Endamê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Ehmed Silêman got: "Tiştê ku rejîma Sûriyê bi serê şêniyên Efrînê de pêk tîne, di radeya yekemîn de dikeve berjewendiya dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê yên ku bi hemû rêbazan dixwazin berxwedana şêniyên Efrînê bişikînin."

Ehmed Silêman bang li rejîma Sûriyê kir ku li siyaseta ku şêniyên Efrînê parçeyekî ji gelê Sûriyê napejirînin, vegere û ji rejîma Sûriyê daxwaz kir ku rê li pêş alîkarî û daneyên bijîşkî vekin da ku derbasî kantona Şehbayê bibin.

Şênî ji kiryarên rejîmê aciz in

Şêniyê bi navê Selam Îbo ji şêniyê Efrînê yê li Kampa Serdemê bi cih bûye, got: "Rejîma Sûriyê, ji destpêka ku em koçberî kantona Şehbayê bûne ve, ambagoyeke giran pêk tîne û nahêle made, alîkarî û derman derbas bibe."

Îbo got ev siyaset dikeve xizmeta dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê yên ku dixwazin berxwedana şêniyan bişikîne.

Ji aliyekî dîtir ve jî Ehmed El wiha axivî: "Çembera ku rejîma Sûriyê ferz dike, bû sedema mirina bi dehan şêniyên nikarin xwe bigihînin Helebê da ku tedawî bibin. Her wiha jî rejîm nahêle derman derbasî herêmê bibe."

Hêzên rejîmê yên ku 5 bendên wan ên kontrolê li ser rêya di navbera kantona Şehba û herêmên di bin serweriya rejîmê de hene, li ser şêniyan pereyên zêde ji bo derbasbûna bajarê Helebê yan jî tedawîkirinê ferz dikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din