Amed û Mêrdînê 15 roj in li dijî desteserkirina şaredariyan li ber xwe didin

Li dijî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î li Amed û Mêrdînê 15 roj in çalakiya rûniştinê tê kirin.

Amed

Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên HDP'î li sê bajaran her roj çalakiyên rûniştinê tên kirin.

Li Amedê roja 15'an a berxwedanê bi çalakiya rûniştinê li kolana Lîseyê dest pê kir. Çalakiya rûniştinê bi dirûşma "Ev yek hîn destpêk e wê têkoşîn bidome" dest pê kir.

Di çalakiyê de dirûşmên "Amed a me ye", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "HDP hêvî ye, hêvî her zindî ye" hatin qîrîn.

Tevî parlamenterên HDP'ê û endamên Meclîsa Şaredariya Baglarê gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Dest nede îradeya min" hate hildan û kursiya serbest ji bo axaftinê hate danîn. Şêniyên bajêr nerazîbûna xwe li kursiya serbest tînin ziman. Her wiha helbest tê xwendin û stran tên gotin.

Di çalakiyê de bi pîspîskan qeyûm tê şermezarkirin. Tê payin ku Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Koma Jinan a Berxwedanê ya Amedsporê jî tev li çalakiyê bibin.

Mêrdîn

Li Mêrdînê jî bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'ê dîsa li parka Karayollari ya Mêrdîne kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa Parka Karayollari dorpêç kirin û destûr nedan welatiyên din tev li çalakiyê bibin. Koma HDP'ê ya parlamenter û hilbijêr di navde piştî dest bi çalakiya rûniştinê kirin stran gotin û çalakiya xwe berdewam kirin.

Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir, ku gel di 1'ê Îlonê de nerazîbûna xwe nîşanî tayînkirina qeyûm da û got, "Li Tirkiye hiqûqa serbixwe û daraza serbixwe tune ye. Me berê jî got, rejîma yekperest a li Tirkiyeyê, darbeya li dijî vîna gelê Tirkiyeyê ye. Di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên bajarên mezin kirin. Ev darbeya li dijî vîna gel e."

Îpekyuz, anî ziman ku destpêkê Tirkiye bi rejîma yek zilamî bi rêve birin û niha dixwazin bajar bi rejîma yek zilamî bi rêve bibin û qeqûm tayîn dikin. 15 rojin li Tirkiye nelirêtî û diziyên ku qeyûm kirine tên axaftin. Têkoşîna me ya demoratîk wê her dem bidome. Em natirsin. Em aştiyê diparêzin. Em li her derê demokrasî û hiqûqê diparêzin. Em bêdeng nabin û em natirsin."

Koma HDP'ê piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Mêrdîn ya me ye” heta avahiya HDP'ê ya Mêrdînê meşiyan.


Mijarên Din