Amerîka careke din gef li Çînê xwar

Serokê Amerîkayê Trump careke din gefa bilindkirina nirxê gumirikê li ser îdxala Çînê xwar.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pênşemê got: “Gelek tiştên giring di danûstandinên me bi Çînê re hatin nîqaşkirin, em ê binêrin wê çi çêbibe…Dibe ku em gumirikê li ser îdxala Çînê bi nirxê 300 milyar dolar herî kêm zêde bikin û ez ê vê yekê di demeke guncaw de pêk bînim.”

Tevî hişyarê, lê serokê Amerîkayê baweriya xwe bi Çînê û hin dewletên din wekî Meksîk anî ku ew bi Washington re di nava nakokiyên bazirganiyê de û dixwazin hevpeyamên bazirganî bi welatê wî re çêbikin.

(kc)


Mijarên Din