Amerîka ceza li 3 nûnerên Hizbullah ferz kir

Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro ceza li endamên parlamantoya Lubnanê Emîn Şirî û Mihemed Reid ên nûnertiya Hizbullah di parlamantoyê dikin û berpirsê ewlehiyê yê Hizbullah Wefîq Sefa ferz kir.

Wekîlê Xezîneya Karûbarên Terorê û Istixbarata Diravî Sigal Mandelker got: "Hizbullah endamên xwe yên di parlemana Lubnanê de bi kar tîne ji bo ku desteka diravî malî û ewlehî yên koma terorîst bike û çalakiyên qirêj ên Îranê xurt bike."

Sigal Mandelker wiha domand: "Hizbullah li ser hesabê gelê Lubnanê ewlehiya aborî û aramiya Lubnan û herêmê tehdîd dike."

Sigal Mandelker diyar kir ku dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hemberî lîstokên Îranê û ajanên wê yên terorîst ji bo pêşeroja ewlehiya Lubanên dê piştgiriya bide xebatên saziyên hikumeta Lubnanê. da ku saziyên xwe ji bikaranîna Îranê û ajanên wê yên terorîst biparêze û pêşerojek ewletir ji Lubnanê re ava bike.

Wezaretê got, ev tedbîr teqez dikin ku tu ferq di navbera çalakiyên siyasî û tundî yên Hizbullah de nîn e û anî ziman ku Hizbullah cûdahiyê naxe navbera baskên xwe yê siyasî û yê leşkerî.

DYA`yê di 1997`an de Hizbullah weke rêxistinek terorîst biyanî ragihand û ceza lê ferz kirin.

(şx)


Mijarên Din