Amerîka û Çînê qonaxa yekemîn a dawîkirina şerê bazirganî îmze kirin

 Îro DYA û Çînê lihevkirina qonaxa yekemîn a ji bo bidawîkirina şerê bazirganî yê di navbera her du dewletan de mohr kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump mohrkirina lihevkirina qonaxa yekemîn a ji bo bidawîkirina pirsgirêkên bazirganî ya di navbera DYA`yê û Çînê de wekî garantiya aramiya di têkiliyên navdewletî de nîşan kir.

Trump di derbarê mijarê de got: “Îro em gavek gelek girîng ber bi pêşerojeke ekonomî ji bo herdu aliyan baş diavêjin. Qonaxa yekemîn a lihevkirina bazirganî ya dîrokî mohr dikin. Ev gav dê rolek di runiştandina aramiyê di têkiliyên navneteweyî de bilîzin. Danûstandinên girêdayî lihevkirina qonaxa duyemîn wê di demek gelek nêz de destpê bikin. Trump teqez kir ku di pêşeroja nêz de dê serdana Çînê bike.”

Serokê Amerîkayê texmîn kir ku qonaxek sêyemîn ji danûstandinên bazirganî de di navbera her du welatan de hebe. Ji aliyekî din bibîr xist ku bac wê li ser kelûpelên çînî hebin.

Serokê Amerîka got: “Qonaxa sêyemîn a danûstandên bazirganî yên di navbera her du welatan de nebe. Me biryara hiştina bacên li ser kel û pelên Çînê daye. Ji ber heke di halê hazir de em rakin, dê DYA ji "belgeyên qezenckirinê" yên danûstandinan bê par bimîne.”

Her wiha got, ku heke her du welat derbarê qonaxa duyemîn de bigihêjin lihevkirinekê, dê bacên li ser Çînê rake.

Di heman çarçoveyê de Trump hevpeymana îro hatiye mohrkirin, wekî parastina fikirî nirxand, her wiha ji danûstandinên bi lîreyê re gelek astengiyan ferz bike. Anku hevpeyman dê makenîzmeyeke bêkêmasî misoger bike.

Her wiha bal kişand ser qada çandiyê ya Amerîka ku dê di zûtirîn dem de ji aliyê Çînê gelekî xwestek çêbibin û ew ê jî soza têkoşîna li dijî qaçaxciyan daye.


Mijarên Din