Amerîka dîsa hişyarî da Tirkiyê

 Wezîrê Karê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo duh di hevdîtineke li Washington, bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê  Mevlüt Çavuşoğlu re careke din hişyarî da Tirkiyê.

Wezareta Karê Derve yê Amerîkî bi daxuyaniyekê ragihand ku"Wezîr Pompeo nêrîna xwe derbarê piştevaniyê ji danûstandinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de anî ziman, di heman demê de hişyarî da Tirkiyê ku ger êrîşeke leşkerî ya tekane lidar bixe, wê bi xwe re encamên metirsîdar bîne.”

 Tê zanîn ku her du wezîran, piştî şahiya salvgera damezrandina 70`î ya NATO`yê hatin gel hev.

Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Amerîkî fikarên xwe derbarê kirîna Tirkiyê ji mûşekên S400  ji hempîşeyê xwe yê Tirkiyê re anî ziman.

(eh)


Mijarên Din