Amerîka hêjî dixwaze cezayan li ser Tirkiyê bibire

Berpirsên Amerîkayê ji Reutersê re gotin, rêveberiya Trump hîn jî derbarê ferzkirina cezayên li ser Tirkiyê pilan dike.

Di destpêka hefteyê de, serokê Amerîkayê Donald Trump li Japonyayê bi serokê Tirkiyê re civiya, di vê derbarê  de serokomarê Tirkiyê Receb Teyyb Erdogan got, bi gihandina moşekên Rûsî yên S-400 di rojên pêş de li Tirkiyê, dê Enqera ji cezayên Amerîkayê dûr bikeve.

Ajans dibîne ku Trump di hevdîtinê de, bi Erdogan re nerm bû, eşkere behsa cezayan nekir.

Lê berpirsên hikumeta Amerîkayê ji Reutersê re gotin, herî kêm heta niha heke S-400 a Rûsî bigêje Tirkiyê dê rêveberî ferzkirina cezayên li ser Tirkiyê û vekişandina bernameya balafira F-35 bidomîne. 

Têkildarî mijarê berdevka Wezareta Karê Derve got:"DYA`yê bi awayekî eşkere ragihand ku heke Tirkiyê têkildarî S-400 de bi israr be, dê rastî cezayên tund were. Ji van cezayên jî rawestandina kirîn û beşdariya ji bernameya F-35 re û li gorî qanûna ferzkirina (CAATSA)a Amerîkayê, dê rastî cezayan were."

Di heman çarçoveyê de berdevkê çekên ezmanî yê Lt. Col Mik Andrews got: "Tu guhartin çênebûne."

Her wiha got, kirîna Tirkiyê ji moşekên S-400 a Rûsî re, bi bernameya F-35 re bi nakok e û dê rê nede Tirkiyê ku her du sîstema bidest bixîne.

Ajansê bal kişand ser ku cezayên Amerîkayê yên li ser Enqerayê, dê li ser qada aborî û lîreya Tirkiyê encamên kampax bi xwe re bîne, ku ev jî ji encamên lawaziya têkiliyên di navbera Washingotin û Enqerayê de derket pêş, hatiye.

(eh/kc)


Mijarên Din