Amerîkayê hişyarî da Tirkiyê ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gefa êrîşê li Bakur Rojhilatê Sûriyê dûbare kir, Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Yekşemê Tirkiyê hişyarî kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagos di daxuyaniyekê de got: " Çalakiyek leşkerî ya Tirk bêyî hevrêziya bi Dewletên Yekbûyî re dê zirarê bide pêwendiya di navbera herdu welatan de."

Morgan Ortagos  got"Em dibînin ku ev pîvandin nayê qebûlkiirin, û ji ber vê yekê em carek din bang dikin ku Tirkiye carek din li ser me nêzîkatiyek hevbeş bixebite."


Mijarên Din