Amerîkayê êrişî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li Sûriyê kir, 17 milîs hatin kuştin

Balafirên şer ên Amerîkayê nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li Sûriyê bombebaran kirin. Di encamê de 17 endamên wan koman hatin kuştin.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin eşkere kir ku êrişa li dijî milîsên li Sûriyê bi fermana wî pêk hatî. Lloyd Austin wiha domand: “Bawer im ku avahiya hatiye hedefgirtin, a milîsên berpirsên êrişên dawîn in.”

Li gorî Sky News Erebiye, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku hêzên asmanî duh êrişek li dijî nuqteyekê girêdayî komên alîgirên Îranê yên li Sûriyê pêk anî.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de got: “Derbeya hewayî li dijî tugayên Hizbullah û tugayên Seyd El-Şuheda yên alîgirên Tehranê yên li Sûriyê pêk hat.”

Austin wiha got: “Li gorî perspektîfên serok Joe Biden, artêşa Amerîkayê derbeyên hewayî li dijî binesaziya komên alîgirên Îranê yên li rojhilatê Sûriyê pêk anîn.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku derbe ji bo bersivandina êrişên dawîn ên li dijî hêzên Amerîkayê û yên din ên girêdayî koalîsyonê li Iraqê pêk hatiye.

Di dauxyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên asîmanî yên Amerîkayê bi girtina tedbîrên dîplomatîk û şêwira hevalbendan pêk hatine. Ev jî peyameke zelal e ku Biden pabendî parastina amerîkî û hevalbendên wê ye.

Rayedarên Pentagonê pêncşemê ji rojnamevanan re axivîn û got piştî agahiyên îstixbaratî ku koma çekdar plan dike bi moşekan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê bike, ev derbe pêk hat û armancên ku hatine hedefgirtin, bi temamî tune bûn.

Rayedarekî amerîkî da xuyakirin ku koma hedefgirtî ya li Sûriyê, perspektîf û destek yekser ji Artêşa Pasdaran a Îranê digire û xwedî dîrokeke demdirêj a pêkanîna “êrişên terorîstî” li dijî berjewendiyên Amerîkayê ye.

Ji dema ku Biden dest bi erka xwe kiriye, ev êriş çalakiya yekemîn e ku li dijî komên Îranê pêk tîne. Her wiha ev êriş di demekê de ku rêveberiya Biden bi navbeynkariya Ewropayê û bi armanca vejandina lihevkirina nukleerî ya 2015`an hewl dide ji nû ve diyalogê bi Îranê re bide destpêkirin, pêk hatiye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî îro ragihand ku balafirên Amerîkayê duh bi şev êrişî nuqteyên li rojhilatê Sûriyê yên li nêzî sînorên Iraqê kiriye, di encamê de herî kêm 17 leşkerên alîgirên Îranê hatine kuştin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din