ANHA’yê komkirina hêza Tirkiyê li ser sînorê Girê Spî şopand

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi komkirina hêza leşkerî re, li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê, bi taybet li beramberî bajarê Girê Spî komkirina hêza xwe berdewam dike.

Ajansa me ANHA`yê rewşa li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê, li hemberî bajarê Girê Spî ku rojane di saetên şevê de liv û tevgera artêşa Tirkiyê lê zêdetir dibe, şopand.

Duh bi şev li ezmanê herêma Girê Spî balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker geriyan.

Komkirina hêza leşkerî li sînorê Sûriye-Tirkiyê, piştî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li ser hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine.

Beramberî gefên Tirkiyê şêniyên Girê Spî di 17`ê mehê de li ser sînor çalakiyek li dar xist û destwerdana di kar û barên Sûriyê red kirin, her wiha tekez kirin ku ew ê li dijî dijminê ku zêdegaviyan bikin, rawestin.

Di raporê de liv û tevgera Tirkiyê ya li herêmê diyar dibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din