Ankêt: Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin çareseriya siyasî

Li gorî ankêteke ku ji aliyê Navenda Firat a Lêkolînan ve hatibû çêkirin, hate diyarkirin herêmên Rêveberiya Xweser yên herî bi ewle ne û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destekê didin çareseriya siyasî Sûriyê.

Navenda Firat a Lêkolînan der barê rewşa siyasî û herêmên Baukr û Rojhilatê Sûriyê ankêteke amade kiribû. Di ankêtê de nêrînên 3 hezar û 284 kesan ji hemû beşên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibû girtin.

Encamên ankêtê îro bi civîneke çapemeniyê li ber navenda navenda Lêkolînan a Firatê ya bajarê Qamişlo hate xwendin.

Li gorî ankêtê 60. 8 xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefan amade ne herêmên xwe biparêzin, ji sedî 82 destekê didin çareseriya siyasî li Sûriyê û tevgerên doplomasî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

 Her wiha aramî li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin.

Di ankêtê de tê diyarkirin ku şênî piştgiriyê nadin pirbûna partiyên siyasî û wekî sedema alozî û tevlihviya siyasî dibînin.

ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn